Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şervanên QSD`ê 66 sivîlên gundê Ebû Xeşeb rizgar kirin

Dîmen

REQQA  – Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê 66 sivîlên gundê Ebû Xeşeb ji nava pencên çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Tevî rewşa hewayê ya nebaş, şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê 66 sivîlên gundê Ebû Xeşeb ku 18 li başûr gundê Mekmenê dikeve, ji pecên çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Şervanan gund dorpêçkirine.

Di dîmenên ku Navenda Raghandina QSD`ê li ser malpera xwe weşandiye diyar dibe ku QSD`ê 66 welatiyên sivîl rizga kirin. Sivîlan dan zanîn ku hejmarek çeteyên DAIŞ`ê di nav gunde hene û mayîn diçînin.

Odeya çalakiyan a Xezeba Firatê, di 16`ê vê mehê de baskê sêyemîn ji Pêngava Sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê îlna kir.

Şervanan îro di saetên sibehê de gundê Ciwês piştî şerekî dijwar ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

(rr)

ANHA