Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şervanên Xezeba Firatê armanca xwe ya parastina sivîlan pêk tînin

DILSOZ DILDAR

REQQA – Tevî rewşa hewayê ya xerab û dijwariya şer jî şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di pêkanîna armancê xwe yên parastina sivîlan û rizgarkirina herêmê de gav paşve navêtin.

Bi destpêka Hemleya Xezeba Firatê re, Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê karîbûn bi hezaran şêniyên gundên herdu baskên şer ji çeteyan rizgar bikin. Di destpêka hemleyê de, şervanan dest bi vekirina korîdorên mirovahiyê ji şêniyan re kirin û şênî ji xetên gerim ên şer birin cihê bi ewle û dûrî eniyên şer.REQA-KORIDORA-MIROVE1

Bi vê yekê re li gel pêşveçûna şervanan û rizgarkirina her gundekî re bi sedan şêniyên ku ji dest çeteyan xilas dibûn  ji aliyê şervanan ve li cihên bi ewle dihatin bicih kirin. Piştî gundê welatiyan rizgar dibû û ji mayînên çeteyan dihatin paqijkirin, şêniyên gundên ku ewlekariya wê misoger dibû, careke din vedigeriyan gundên xwe.

Welatiyên sivîl herî zêde li kampa Eyn Îsa ku ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve bi destpêka hemleyê re hatiye vekirin dihatin bichkirin, hin ji welatiyan jî li gel xizmên xwe yên herêmên rizgarkirî bi cih dibûn.

Şervanên QSD`ê pêdiviyên rojane ji xwarin û vexwarinê yên ji wealtiyan re pêşkêş dikirin.  Sobe û sotemenî jî li wan belav dikirin.REQA-KORIDORA-MIROVE2

Yek ji koçberan destnîşan kir ku ew ji ber komkujî û kiryarên dûrî nirxên mirovahiyê yên çeteyên DAIŞ`ê reviyaye û wiha got: “Ez kêfxweşin ku îro ji zilma çeteyan xilas bûme, çavên me li benda hatina şervanên Sûriya Demokratîk bûn, ez nikarim vê kêfxweşyê wesif bikim, lê tiştê ez dikarim bêjim ewe ku îro min bayê azadiyê kişandiye.ʺ

Hejmarek şêniyên ku ber ve şervanên QSD`ê yên gundewarên wan ji zilma çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirine dihatin, şahî û kêfxweşiya xwe a rizgarkirina ji pençên çeteyan anîn ziman û hêvî kirin ku Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundên wan di nêziktirîn dem de rizgar bikin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di destpêka hemleya xwe ya Xezeba Firatê de destnîşan kirin ku armanca hemleyê rizgarkirina şêniyên Reqqayê ye, ev yek jî li ser daxwaza şêniyan hat pêkanîn.

(rr/dc)

ANHA

REQA-KORIDORA-MIROVE3 REQA-KORIDORA-MIROVE5