Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şervanên Xezeba Firatê bi hezarên sivîlan Reqqayê rizgar kirin

Dîmen

REQQA – Di çarçoveya Pêngava Sêyemîn a Hemleya Xezeb Firatê de, şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bi hezaran sivîlên gundên başur-rojhilatê bajarê Reqqayê rizgar kirin.

Pêngava Sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê ku 5`ê vê mehê careke din hate destpêkirin bi hemû leza xwe dewam dike. Berdevka Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx  Ehmed di daxuyaniyê de eşkere kirbû ku bi kordîneya bi Koalîsyona Navneteweyî re armanca wan ji vê pêngavê  qutkirina bajarê Reqqa ji Dêra Zorê ye û rizgarkirina herêma li derdora Rûbarê Firatê ye da ku çeteyên DAIŞ`ê di Reqqayê de dorpêç bikin.

Di pêngava sêyemîn de, gelek gund û herêmên stratejîk li baskê Ebû Xeşb û Bîr Heba ji çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin û rêya di navbera Dêra Zorê û Reqqayê bi temamî hate birîn.

Di dîmenên ku Navenda Raghandina QSD`ê weşandine diyar dibe ku çawa şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bi hezaran sivîlên gundên El-Hecac, El-Keçla, Metab û Cezra ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Di dîmenan de diyar dibe ku gel bi hatina QSD`ê gelek kêfxweş e û kêliya hevdîtina germ a di navbera şervanan û gel de vedêje.

(kc)

ANHA