Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şervanên Xezeba Firatê du gundên din rizgar kirin

LEZGÎN

REQQA – Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê du gundên din li baskê Ebû Xeşeb ji çeteyên DAIŞ`ê  rizgar kirin.

Pêngava  Sêyemîn a Xezeba Firatê bi hemû hêza xwe dewam dike. Nûçegihanên me raghandin ku şervanên Xezeba Firatê li baskê Ebû Xeşeb gundên Ebd El-Mutenebî û Mihemed El-Eyaş ku 20 km li bakurê Çemê Firatê dikeve ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar  kirin.

Pêşveçûyîna şervanan dewam dike.

(ekîb/kc)

ANHA