Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şervanên Xezeba Firatê erebeyeke bombebarkirî ya çeteyan teqand

Dîmen

REQQA– Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê erebeyek bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ‘ê piştî ku çeteyê têde girtinin, li cihekî vala  teqandin.

Şervanên Xezeba  Firatê di çarçoveya Hemleya Xezeba Firatê de ya rizgarkirina Reqqa ji çeteyên DAIŞ‘ê de, erebeya bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ′ê ku ji aliyê bakur rojhilatê Reqqayê ve dihat û ber  bi gundê Kesar ve diçû sekandin û  çeteyê têde girtin. Şervanan piştî ku  erebe desteser kirin,  li cihekî vala teqandin.

Di dîmena ku Navenda Çapemeniya QSD‘ê weşandiye, diyar dibe ku çawa şervanan erebeya teqemeniyê teqandin.

(bb/dc)

ANHA