Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şervanên Xezeba Firatê gundê Mişrafa xistin çemberê

FLAŞ

REQQA – Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundên Mişrafa (Bîr Fewaz) xistine çemberê, li derora gund şerekî dijwar diqewime.

Pêngava sêyemîn a Xezeba Firatê bi hemû leza xwe didome. Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê pêşketinên xwe ya ber bi Reqqyê ve didomînin. Li baskê Pêngava Sêyemîn ya hemeleya Xezeba Firatê ku ji Xiniz ve hatiye destpêkirin, şervanan gundê Mişrafa (Bîr Fewaz) xistine dorpêçe, li vir şerekî dijwar di navbera şervanan û çeteyên DAIŞʹê diqewime.

Gundê Mişrafa dikeve 23 kîlometreyan bakurê bajarê Reqqa, şervanan li vir gelek sivîlên herêmê ji çeteyan rizgarkirine û wan gihandine cihên bi ewle.

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê îro di saetên sibê de jî gundê Bîr Saîd ê Reqqayê ji çeteyan rizgar kirin. Di pevçûnên li gund de herî kêm 17 çete hatin kuştin, miqdarek çek û cebilxaneyên çeteyan ket dstê şervanan.

(ak/dc)

ANHA