Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şervanên Xezeba Firatê gundekî din rizgar kirin

LEZGÎN

REQQA – Di çarçoveya Pêngava Sêyemîn a Xezeba Firatê  de ya rizgarkirina Reqqayê ji çeteyên DAIŞ`ê, şervanan gundê El-Hecac û Mezra El-Widan ji çeteyên DAIŞ`ê  rizgar kirin.

Pêngava Sêyemîn a Hemleya Xezeba Firatê bi hemû leza xwe dewam dike. Şervanên Xezeba Firatê gundên li ser Çemê Firatê yek bi yek ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar dikin.

Di vê  çarçoveyê de nûçegihanên me raghandin ku li baskê Ebû Xeşeb şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê El-Hecac ku li rojavayî gundê Cezra û li rojhilatê gundê Metab dikeve, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Li baskê Bîr Heba jî şervanan Mezra El-Widan ji çeteyên DAIŞ`ê rizar kirin. Pêşeveçûyîna şervanan li wê herêmê dewam dike.

(ekîb/kc)

ANHA