Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şeva Rojava bi pirozbahiyên Kobanê ronî bû

NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî rizgarkirina Kobanê, li seranserî Rojavayê Kurdistanê, şevêdin pîrozbahî hatin lidarxistin.

HELEB/ EFRÎN

Piştî  belavbûna agahiyên rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ‘ê, şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê û Kantona Efrînê şevê din bi coş rizgarkirina Kobanê pîroz kirin.

Bi hezaran welatiyên bi kêfxweşiyekê derketin kolanan, ji aliyekî din ve bi sedan tirimbêlanli nava tax û kolanan de geriyan.

Şêxmeqsûd

Di heman demê de  bi sedan welatiyên taxa Şêxmeqsûda Rojava li pêşiya Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger şahiyek li dar xistin.

Bi sedan welatî jî bi karwanekî wesayitan di nava diruşmeyên silavkirina berxwedanan Kobanê û YPG‘ê  de û bi bilindkirina alên kurdî û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, li kolanan geriyan. Piştre li pêşiya Navenda Ciwanên Şoreşger kom bûn û govned gerandin.

GISTI-SAHIYA-RIZGARKIRINA-KOBANE-14 HELEB-SEXMEQSUD ‫(1)‬ HELEB-SEXMEQSUD ‫(30715785)‬ ‫‬

EFRÎN

li Efrînê welatiyan pîrozbahiya rizgarkirina Kobanê kirin, bi hezaran tirimbêlan û motosêklêtan heta derengî şevê  li Qada Azadî ya nava bajêr geryan.

Di tevlêbûna serokên desteyên meclîsên Rêveber ên Rêveberiya Xweserya Demoratîk û sedan welatiyan li Qada Azadî  govend gerandin û serkeftinên YPG/YPJ‘ê silav kirin.

Li tevayî navçeyên giradayî Efrîn bi hezaran xelk derketin û kolanan û rizgarkirina Kobanê pîroz kirin û govend û stamen netewî lidar xistin.

Di heman demê de gundên girêdayî Efrîn şahî li dar xistin û berxwedana YPG‘ê silav kirin.

GISTI-SAHIYA-RIZGARKIRINA-KOBANE-22 GISTI-SAHIYA-RIZGARKIRINA-KOBANE-21 GISTI-SAHIYA-RIZGARKIRINA-KOBANE-20 GISTI-SAHIYA-RIZGARKIRINA-KOBANE-19

Kantona Cizîrê

TIL TEMIR

Bi sedan şêjiyên bajarê Til Temir şevê din rizgarkirina Kobanê ji çetayan bi kerwanekî ji sedan wesayîtan li gel denê guleyan derketin kolanan geruyan û sekeftina YPG/YPJ‘ê bi çoş pîroz kirin.

GISTI-SAHIYA-RIZGARKIRINA-KOBANE-23 GISTI-SAHIYA-RIZGARKIRINA-KOBANE-24

DIRBÊSIYÊ

Piştî nûçeya rizgarkirina Kobanê  ji çeteyan, welatiyên Dirbêsiyê û gundên derdora wê piştî ku dîkanên xwe girtin  bi kerwanekî ji sedan tirimbêlan  derketin kolanan û  serkeftina Kobanê pîroz kirin,

Di heman mijarê de Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Dirbêsiyê  bi organîzekirina kerwanekî ji sedan tirimbêlan şahiyek li dar xist.

Kerwanê tirimbêlan li gundên ” Kerbetilî, Qeremanî, Xenamiyê û Çetel” geriyan û berxwedanan YPG/YPJ li dijî çeteyan silav kir.

Şahiya rizgarkirina Kobanê zêdî du seatan dewan kir.

(bb)

ANHA

GISTI-SAHIYA-RIZGARKIRINA-KOBANE-7 GISTI-SAHIYA-RIZGARKIRINA-KOBANE-8 GISTI-SAHIYA-RIZGARKIRINA-KOBANE-9 GISTI-SAHIYA-RIZGARKIRINA-KOBANE-11