Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şêwekar wiha şehîdên êrîşa xwekujî bibîr tîne

Dîmen

OLVA HECÎ MENSÛR

QAMIŞLO- Şêwekar Samir Kalo bû şahdidê êrîşa xwekujî ku sala derbasbûyî li bajarê Qamişlo pêk hat. Kalo di salvegera yekem a komkujiyê de tabloyên ku bîranînên komkujiyê tînin ziman xêz dike û wê diyarî malbatên şehîdan bike.QAM-NEWGAR-SAMR-KALO ‫(240648705)‬ ‫‬

Şêwekar Samir Kalo ji şêniyên bajarê Qamişlo ye. Bi xwe jî bû şahidê êrîşa xwekujî ya taxa Xerbî ya Qamişlo ku sala derbasbûyî di 27ʹê tîrmehê de pêk hat. Di encama êrîşê de bi dehan welatiyên sivîl ku piraniya wan jin û zarok in jiyana xwe ji dest dan.

Bîranînên komkujiyê di dilê Samir de gelek êş û zehmetî xêzkirin, li ser vî esasî û di çarçoveya bîranînan de dest bi xêzkirina tabloyan dike.

Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê jî piştgirî da Samir Kalo.

Ajansa me (ANHA) jî serdana cihê Kalo ku lê resmian xêz dike kir.  Kalo da zanîn ku dema êrîş pêk hat, ew demil dest çû cihê teqînê da ku rewşa malbata xwe pirs bike, lê dema Kalo cihê teqînê û wêraniya di herêmê de pêk hatiye, bi bandor dibe û malbata xwe jibîr dike û bi gelek kesên din ên nêzî bûyerê bûn, dest bi rizgarkirina welatiyan kir.QAM-NEWGAR-SAMR-KALO ‫(1)‬ ‫‬

Şêwekar Samir Kalo têkildarî êrîşî û bûyera ku bi serê welatiyan de hat got ku dema wî li şûna êrîşî dinerî wê demê dijwariya êrîşkaran û nemerdiya wan baş nas kir û ev tişt anî ziman: ʺMin bi çavên xwe êrîşa hovane dît, ji ber vê min biryar da ku ez di tabloyên xwe de naveroka êrîşê vebêjim. Tişta herî zêde bandor li min kir ew bû ku qurbanî jin û zarok bûn.

Şêwekar Samir Kalo biryar da ku tabloyên xêz dike di salvegera yekem a êrîşa hovane de diyarî malbatên Şehîdan bike.

(dc)

ANHA