Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şêx Alî: Efrîn ji artêşa Tirkiyeyê re nabe seyrangeh

Dîmen

NARÎN EMÎN – FERÎDE ÎBRAHÎM

EFRÎN – Sekretêrê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk li Sûriyeyê (Yekîtî) Muhyedîn Şêx Alî got ku divê dewleta Tirk baş bizanibe ku derbasbûna wê ya Efrînê ne seyranek e û dê rastî gelek ziyanan were.

Di çarçoveya helwestên li dijî gefxwarinên Tirkiyeyê ya êrîşa li dijî herêma Efrînê de Sekretêrê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk li Sûriyeyê (Yekîtî) Muhyedîn Şêx Alî ji Ajansa Nûçeyan A Hawar (ANHA) yê re axivî û wiha got: “Artêşa dagirker a Tirkiyeyê ev demek e gefa êrîşa li dijî Efrînê li ser zimanê serokê xwe Erdogan dixwe. Evan gefxwarinên rojane bi riya dezgehên çapemeniyê tenê ji bo ku Erdogan xwe bide diyarkirin ku ew jî di qada Sûriyeyê de heye, lê di rastiyê de mijareke dema borî ye, nemaze piştî ku hemû çeteyên wê li hemberî berxwedana şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk hatin têkşikandin.”

Di derbarê topbarana artêşa dagirker a Tirkiyeyê li dijî navçeyên Şêrewa, Cindirêsê û Şera Şêx Alî axaftina xwe wiha domand: “Êrîşên dubare yên ji aliyê leşkerên artêşa dagirker a Tirkiyeyê û çeteyên girêdayî wê li dijî Efrînê li rex berdewama firîna balefirên keşfê li ser ezmanê herêm, armanca wê tenê welatiyên Efrînê bitirsîne da ku ji axa xwe koçber bibin.”

Şêx Alî êrîşên Tirkiyeyê bi serkeftina hilbijartinên rêveberiyên herêmî ve girê da û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Êdî ji her kesî re eşkere ye ku Tirkiye şerê projeya demokratîk dike ku niha li herêmê pêk tê, ji ber vê yekê evan êrîşên dawî yên li dijî herêma Efrînê, piştî serkeftina hilbijartinên rêveberiyên herêmî û serkeftinên şervanên QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li gundewarê Dêrazorê pêk tên.”

Şêx Alî da zanîn ku hikûmeta AKP’ê nikare van rastiyan qebûl bike û nikare li hemberî rastiya ku li herêmên Bakurê Sûriyeyê tê jiyankirin xwe ragire û di encamê de rewşeke tevlîhev jiyan dike û dubare di dezgehên çapemeniyê de gefên êrîşa li dijî Efrînê dixwin û ev tişt anîn ziman: “Ji ber van sedeman baweriya welatiyên Efrînê jî bêtir xurt bûye û hevgirtina xwe li dijî êrîşkaran xurttir kirine.”

Şêx Alî destnîşan kir ku dewleta Tirkiyeyê baş nas dike ku eger derbasî Efrînê bibe, ne seyranek e û dê gelek ziyanan di hemû aliyan de bi xwe re bîne. Rayedarên Tirkiyeyê baş dizanin ku eger derbasî Efrînê bibin rojane dê bi sedan tabûtan werbigirin û di encamê de mijar li ba raya giştî ya Tirkiyeyê dê bêtir girêkok bibe û dê bandorê li paşeroja Tirkiyeyê bi giştî bike.

Di derbarê amadekariyên welatiyên Efrînê ji ihtîmala êrîşekê re Şêx Alî wiha got: “Welatiyên Efrînê beriya niha jî gotine û hêjî dibêjin axa zeytûnan ne cihê dagirkeran e û ji maf û erka me ye em li dijî êrîşkaran li ber xwe bidin. Em ê bi hemû derfetên xwe li dijî dagikeran û êrîşkaran li ber xwe bidin û axa xwe biparêzin.”

Sekretêrê Giştî yê Partiya Yekîtiya Demokratîk li Sûriyeyê (Yekîtî) Muhyedîn Şêx Alî di dawiya axaftina xwe de got ku dîroka şervanên Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin di serkeftinên li dijî terorîstan de dagirtî ye û ji ber vê yekê tirsa Efrînê tune ye û wiha bi dawî kir: “Em van gefxwarinên derve li dijî Efrînê şermezar dikin.”

(jh)

ANHA