Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şêxmeqsûd… Mînaka biratiya gelan  û jiyana hevbeşe

DOSYA

SILÊMAN EHMED

HELEB– Bi pêvajoya şoreşa Sûriye re tecrûbeya biratiya gelan li Bakurê Sûriyê bi ser ket û ta gihişt projeya Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê. Dewletên dijber ji tirsa ku ev tecrûbeya demokratîk derbasî welatê wan bibe, hewl didin bi hemû hêza xwe vê sîstemê têk bibin.

Sîstemên desthilatdar ên hukmê xwe li ser herêmên Rojhilata Navîn, di serî de Kurdistanê feriz kiribûm, siyaseta nejarperestî, qirkirina kêmnetewan li ser gelan didane meşandin.HELAB-BERATIYA-GELAN ‫(181600769)‬ ‫‬

Li Sûriye jî rêjîma Baas ku zêdeyî 40 salan desthilatdariya xwe ferizkiriye, heman siyaset bi kar di anî. Mulazimê yekemîn Mihemed Teleb Hilal ku serokê Şûbeya Siyasî ya bajarê Hesekê bû, sala 1965‘an de projeya Kembera Erebî derxist. Armanc ji vê projeyê ew bû ku niştecihên kurd ên herêma Cizîrê ji hermên wan vala bikin û ereban li şûna wan bi cih bikin, ev proje  li herêmên xeta dirêjahiya 300 kîlometreyan û ferahiya ji 10-15 kîlometreyan an go ji sînorê Iraqê heta Serêkaniyê hate meşandin.

Li Bakurê Sûriyî, gelê suran, çaçan û kurd wekî kêmnetewan dihatin ditîn, ev gelanan rastî siyastên qirkirin û şerê taybet dihatin, di demên dawî de, gelek ji welatiyan wê, çand, ziman û keveşopiyên xwe yên resen ji bîr kirin.HELAB-BERATIYA-GELAN ‫(1)‬ ‫‬

Rêjîma Sûriyê, wekî siyasteka qirkirinê, koçberiya hundirîn ji gundan ber bi bajaran ve pêk di anî, ev siyaste heyanî destpêka aloziya Sûriyeye berdewam kir.

Bi destpêka şoreşên gelan li Rojhilata Navîn, di nav de Sûriyê jî ku di sala 2011‘an de dest pê kir, rewşa li vir cuda bû, ji ber destwerdana ecnîdeyên derve û dewetên herêmê û Sûriyê mîna welatekî dagirkerî ji aliyê gelen dewletan ve dihat dîtin û şoreşa aştiyane veguherandin şerekî çekdarî.

Hêzên ku navê Artêşa Sûriya Azad li xwe dikirin, heman siyaseta rêjîma desthilatdar ji kuştin, destdirêjî, koçberkirina bi darê zorê û talankirina pêk di anîn. her wiha ji siyastên ku hatin ferizkirin bi hezaran kes hatin koçberkirin.HELAB-BERATIYA-GELAN ‫(181600770)‬ ‫‬

Rewşa li Bakurê Sûriyeye cuda ye, gelên Bakurê Sûriyeye biratiya gelan, felsefeya netewa demokratîk esasê şoreşa xwe ya 19‘ê Tîrmehê girti, destur nedan hêzên derve ku destwerdanê herêmê wan de bikin, wekî din jî sîstema ku li Bakurê Sûriyeye hate pêşxistin xwe spart peydakirina riya çarseriyê û vegerandina mafê ku bi salan ji dest hatiye derxistin.

Bajarê Helebê ji di çarçoveya aloziya Sûriyeye, bibû mîna stadyumeke şerekî cîhanî, gelên Helebê rastî siyastên koçberkirin, kuştin, dizî û talankirin…hwd hat.  Taxa Şêxmeqsûd ji taxên destpêkê ku dawaza hilweşandina rêjîmê kir û para xwe ji fotoreya şer wergirt.

Lê gelên vê taxê li hember pîlanên rêjîma Sûriyê ya jî komên çete yên ku desteka xwe ji partiya AKP‘ê digirin, hevgirtin û yektîiya xwe xurt kirin.

Şêniyên taxê bi hezaran koçber ku ji ber şer ji herêmên xwe reviyan, hembêz kir û bi saya parastina şervanên YPG/YPJ‘ê û Hêzên ewlekariyê li gelê şêniyên taxê bi aramî jiyan dikin.HELAB-BERATIYA-GELAN ‫(181600771)‬ ‫‬

Li taxa Şêxmeqsûd bi ewlekarî bi saya berxwedaniya ciwanên wê ji kurd, ereb, suryan û tirkumen bi cih bûye, şêniyên  taxê jî mil bi mil li kêleka şervanan parastina taxê dikin. Mînaka vê yekê têkoşerê enternsayonalîst endamên Hêzên Parastina Civakê Seyid Ebdulezîz Mihemed Hamid vê yekê nîşan dide. Seyid Ebdulezîz ê ji Misrê û li taxa Şêxmeqsûd jiyan dike, li ser banga seferberiyê ya ku TEV-DEM‘ê di dema êrîşên çeteyan li ser taxê îlankiribû, şehîd bû.

Bi hezaran şêniyên taxa Şêxmeqsûd ji kurd, ereb, tirkumen, suryan û ermen numuneya muzayîkeke pir reng bi hev re jiyan dikin, bi hev re xebatên saziyan bi rêxistina dikin.

Îro jî li ser bingehê biratiya gelan û Federaliya Demokratîk A Bakurê Sûriyeye jiyaneke nû li taxa Şêxmeqsûd ava dibe. Êdî kurd û ereb ew sîstema ku rêjîma Baas li ser wan feriz kirbû şikandin. Pêkhateyên taxê bi yek destî şerê teroa cîhanê dikin û sîstema xwe li gorî felsefeya netewa demokratîk û biratiya gelan pêşdixînin.

Sibe: Berxwedana jina kurd sembola biratiya gelan e.

(bb)

ANHA