Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bermahiyên şer paqij dibin

HELEB – Şaredariyên gel li taxa Şêxmeqsûd a Helebê pêngava rakirina bermahiyên şer dest pê kirin.HLB-HMALE-BAQSHKRAN-HARAT-MOQABRAT (2)

Ev xebat bi 50 karker, 4 trêks, 6 kamyon û wekî dîtir ji alavên destan ji aliyê rojavayê taxê hat destpêkirin.

Ev kes wê rojane ji saet 07.00’an hetanî 15.00’an bixebitin û bermahiyan dûrî taxê bavêjin

Wê di nava çend rojan de pêngava paqijkirina taxê ji Kolana Mûxaberatan dest pê bike û piştre li taxa Eşrefiyê jî heman xebat were meşandin.

Berpirsên şaredariyê diyar kirin ku pêngava wan hetanî herdu tax bi temamî ji bermahiyên şer, wê dewam bike.

(bx/he)

ANHA