Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Sêyemîn konferansa MSD’ê di van mehên pêş de tê lidarxistin

Dîmen

AZAD SÊFO – ALVA OSÎ

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed diyar kir ku piştî serkeftinên mezin ku meclîsa wan di aliyê siyasî de bi dest xwe ve anîne, karibûn gelek alî û şepêlên siyasî ber bi xwe ve bînin da ku di bin sîwana meclîsê de bixebitin. Îlham eşkere kir ku dê sêyemîn konferansa xwe di van mehên bê de lidar bixin.

Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed di hevdîtinekê de bi Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re behsa xebatên meclîsê kir û diyar kir ku ew niha amadekariyên lidarxistina sêyemîn konferansa Meclîsê dikin.

Îlham di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku ji bo amadekariyên lidarxistina sêyemîn konferansa Meclîsê wan komîteyek ava kiriye û ev komîte jî dê pilansaziya kar û xebatên konferansê di dewreya wê ya nû de diyar bike.

Îlham Ehmed di berdewama axaftina xwe de got ku rola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di rizgarkirina herêman ji destên çeteyên DAIŞ’ê gelekî girîng bû û rola wê di şerê li dijî terorê û parastina mirovahiyê di aliyê leşkerî de gelekî mezin bû û wiha anî ziman: “Serkeftinên QSD’ê di aliyê leşkerî de hişt ku Meclîsa Sûriya Demokratîk jî serkeftinên mezin di aliyê siyasî de bi dest xwe ve bîne. Meclîsê her wiha karibû di demeke kurt de rêveberiyên sivîl li herêmên rizgarkirî ava bike û di van xebatên xwe de jî hevkariya xwe bi Rêveberiyên Xweser re pêk anî da ku çavdêriya kar û xebatan bike. Meclîsê her wiha proje û pilansaziyên girêdayî giştî Sûriyeyê û paşeroja Sûriyeyê pêşkêş kirin.”

Îlham Ehmed destnîşan kir ku pergala rêxistinî û aliyê rêveberî êdî têra qada Sûriyeyê nake û axaftina xwe wiha domand: “Me dît ku pêwîst e pergala rêxistinî ya Meclîsê ji nû ve bête avakirin. Her wiha lêvegera bernameya Meclîsê û rêziknameya wê dê bi giştî pêk were û gotûbêjên bi aliyên siyasî yên din re dê were dest pê kirin û dê diyalogê bi wan re pêk bîne û li ser xalên hevbeş lihevkirinan di çarçoveya avakirina paşeroja Sûriyeyê de pêk bîne û evan mijar dê di sêyemîn konferansa Meclîsê de bêne gotûbêjkirin.”

Îlham Ehmed got ku deriyê Meclîsa Sûriya Demokratîk ji hemû hêz û partiyên siyasî re vekirî ye û ji bo asta gotûbêjan bi kesayet û partiyên li derveyî Meclîsê re bilind bikin  ew di nava xebatan de ne û destnîşan kir ku gelek kesayet û aliyên siyasî nîşan dan ku ew amade ne beşdarî van xebatan bibin.

Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de eşkere kir ku ew amadekariya lidarxistina sêyemîn konferansa Meclîsê dikin û dê di van mehên pêş de were lidarxistin.

(jh)

ANHA