Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Siba li kampa Eyn Îsa festîvala ‘Dilsoziya bi şehîd re û parastina zarokan’ tê lidarxistin

Dîmen

Semîra Daûd

EYN ÎSA – Komîteya Çand û Hûnerê  ya Meclîsa Sivîl a Reqayê û bi hevkariya Rêveberiya Kampa Eyn Îsa, siba wê li kampê festîvala ‘Dilsoziya bi şehîd re û parastina zarokan’ organîze, bike.EINISA-MEHRICAN-PIROZDIKE (3)

Komîteya Çand û Hûnerê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê ji bo careke din vegerandin kenê zarokên koçber û ji bo wefadariya bi şehîdan re, festîvaleke birêxistin dike.Çalakiyên festîvalê ji aliyê ciwanê bi navê Mûaz Xelef yê ku li kampê dijî, tê rêxistinkirin.

Di nava çalakiyên festîvalê de wê şano, stran, dîlanên folklorî, helbest û wênesazî, werin pêşkeşkirin.

Her wiha wê di festîvalê de rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di xelaskirina gelan ji koletiyê û azadkirina wan, werê pêşkêşkirin.EINISA-MEHRICAN-PIROZDIKE (2)

Festîval wê di 18`ê îlonê de li Kampa Eyn Îsa were lidarxistin.

Hêjaye gotinê ku wê çalakiyên festîvalê li gund û navçeyên kantona Kobanê û Girê Spî û gundên girêdayî navçeya Eyn Îsa, dewam bikin.

(bx)

ANHA