Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Sibe 6’emîn kongreya PYD’ê tê lidarxistin

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi durişmeya “Ji Rojava ber bi Sûriyeke demokratîk ve” sibe 6’emîn kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê tê lidarxistin.

Li gorî agahiyên ji Komîteya Amadekar a 6’emîn Kongreya PYD’ê, dê sibe bi durişmeya “Ji Rojava ber Sûriyeke demokratîk ve” kongre were lidarxistin. Wê di kongreyê de delegeyên nûnertiya rêxistinên PYD’ê yên kantonên Rojava (Efrîn, Kobanê û Cizîrê) tevî nûnerên partiyên siyasî yên Başûr û Bakûrê Kurdistanê, amade bibin.

Dê kongre 2 rojan li pey hev dewam bike û têde ji aliyê nûnerên partiyên Kurdistanî wê axaftin werin kirin.

Îro jî şandeyên partiyên siyasî û kesayetên serbixwe yên Başûrê Kurdistanê yên wê beşdarî kongre bibin, derbasî Rojava bûn.

(he)

ANHA