Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Sibe dê Kongreya Jinê ya Sûriyê destpê bike

QAMIŞLO – Endama Komîteya amadekar a Meclîsa Jinê ya Sûriyê Hêvîn Şêxo têkildarî kongreya Jinên Sûriyê ku dê sibe were lidarxistin, destnîşan kir ku armanca Kongreya Jinên Sûriyê  yekbûyîna hêza jinên ji herêmên cûda ya Sûriyê ye û got ku jinên rêxistinkirî bingeha avakirina Sûriyeke pireng, ne navendî û demokratîk e.

Siba xebatên Kongreya Jinê ya Sûriyê destpê dike. Kongre dê bi durişmeya ʺJina Rêxistinkirî bingeha avakirina Sûriya nenavendî, pireng û demokratîk eʺ tê lidarxistin.

Endama Komîteya amadekar a Meclîsa Jinê ya Sûriyê Hêvîn Şêxo, derbarê diyarkirin durişmeya Kongreyê ku ji aliyê Komîteya Amadekar ve hate diyarkirin got ku sedema hilbijartina durişmeyê ew e ku xebat ji bo avakirina Sûriya demokratîk pêk were û wiha got: ʺSûriya ku rêveberiya wê demokratîk be, mafê jinan tê de parstî be û wekheviya zayîndî tê de bi cih be. Ev jî bi jinên rêxistinkirî incex dikare pêk were. ʺ

Endama Komîteya Amadekar a Meclîsa Jinê ya Sûriyê Hêvîn Şêxo diyar kir ku di Sûriyê de gel û mezhebên cihêreng hene û wiha dom kir: ʺArmanca me kombûn û yekbûna di navbera jinên herêmên cûda yên Sûriyê ye. Nerîn û pêşniyarên cihêreng bên girtin da kongreyê geş bikin. Kongre di demekê ku mafê gelên Sûriyê jê hatiye standin de dê were lidarxistin.ʺ

Hêvîn Şêxo di dawiya axaftina xwe de, bang li tevahî jinên Sûriyê kir ku di kongreyê de beşdar bibin û nerînên xwe nîşan bidin da dozên Sûriyê û pirsên têkildarî jinê bên çareserkirin.

(rr)

ANHA