Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Sibe Hevdîtina Şêwirî ya Rojava dest pê dike

QAMIŞLO – Sibe Hevdîtina Şêwirî ya KNK`ê li ser asta Rojava, bi beşdarîbûna 200 delegeyî ji hemû partiyên siyasî û saziyên sivîl, dest pê dike.

Hevdîtina Şêwirî ku wê li eywana Sendîqeya Karkeran a bajaroka Rimêlanê ya girêdayî kantona  Qamişlo ya herêma Cizîrê werê lidarxistin, wê du rojan ango roja 1-2 Cotmehê berdewam bike.

Endamê Komîteya Amadekar a lidarxistina Hevdîtina Şêwirî ya KNK`ê Ebdullkerîm Umer, diyar kir ku wan 200 vexwendname ji hemû partiyên siyasî, rewşenbîr, siyasetmedar, rêxistinên jinan, kordînesyonên ciwanan, oldaran, rûsipiyên êlan û saziyên civaka sivîl, şandine da ku tevlî Hevdîtina Şêwirî ya Rojava bibin.

Di 16-17`ê Îlonê de Hevdîtina Şêwirî ji bo Rohilatê Kurdistanê li Siwêdê hate lidarxistin.

(kc)

ANHA