Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Sibe kongra tendirustiyê tê li darxistin

GİRGÊ LEGÊ – Komîteya amadekar a kongra Tendirustiyê ragihand ku amadekariyên Kongra wan bi dawî bûne û kongre dê roja pêncşemê 17’ê îlonê bê li darxistin.

Derbarê mijarê de komîteya amadekar a kongra tenduristiyê ya Kantona Cizîrê daxuyaniyek nivîskî weşand û got ku wan hemû amadekariyên kongra ku dê di 17-18’ê îlonê de li bajarokê Rimêlanê bê lidarxistin, bidawî kirine.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku tenduristî ne tenê tenduristiya beden û mejî ye, lê belê ew ewlehiya civakî  û siyasî jî digre nava xwe.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Bakûrê Kurdistanê kongreya xwe  ya tenduristiyê lidar xist û hemû parçeyên din jî amadekariyên xwe yên lidarxistina kongreyên tenduristiyê didomînin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku piştî komîteya amadekar a kongrê hemû amadekarî bi dawî kirin, biryar hat dayîn ku Kongra Tenduristiyê li Kantona Cizîrê bê lidarxistin.

Li gorî daxuyaniyê kongre rojên 17-18’ê îlonê li bajarokê Rimêlan ê girêdayî bajarê Girgê Legê yê Kantona Cizîrê, dê bê li darxistin.

(dm/ra)

ANHA