Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Sibe civîna meclîsa nûnerên Rojava û Bakûrê Sûriyeyê ye

Dîmen

QAMIŞLO – Civîn û xebata Komîteya Amadekar a lidarxistina kongreya damezrêner a avakirina sîstema herêmên Rojava û Bakûrê Sûriyeyê îro li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bidawî bû.

Kordînasyona Giştî ya hersê Kantonên Rêveberiya Xweser, partî û pêkhateyên Rojava û Bakûrê Sûriyeyê ji bo lidarxistina kongreya damezirandina rêveberiya pêşeroja Rojava û Bakûrê Sûriyeyê di 12’ê Adara 2016’an de li hev civiyan û komîteyek ji 13 kesan ava kirin.

Piştî ku komîteyê duh ji sedî 80 amadekariyên lidarxistina vê kongreyê bidawî kiribû îro li bajarê Qamişlo civîna xwe domandin û amadekarî bi temamî dawî kirin.

Civîn li navenda têkiliyan a Tevgera Civaka Demokratîk di seat 10.00’an de bi rêket û ji çapemeniyê re girtî pêk hat.

emced osman

Endamê Komîteya Amadekar a kongreyê Emced Osman encama civînê ji ANHA’yê re parve kir. Osman got ku wan tevahî pêşniyar û nêrînên aliyan ên derbarê şeklê rêveberiyê de wergirtin û ji wan reşnivîsek amade kirin da ku di kongreyê de bê nîqaşkirin û destnîşan kir ku ev civîn dê siba li Rojavayê Kurdistanê bê lidarxistin.

Osman wiha axivî: “Em li çareseriya herî baş a ji aloziya Sûriyeyê re digerin. Heya niha nêrîna me ew e ku Sûriyeyek nenavendî ya yekbûyî bê avakirin. Me amadekariyên lidarxistina kongreyê bidawî kirin. Di kongreya pêşiya me de jî ew ê rêgezên sîstema nû ya herêmê bê nîqaşkirin”.

Derbarê nêrîna aliyê kurd a ji vê projeyê re Osman got: “Weke Kurd em dibînin ku sîstemek federal ê bikaribe mafên me wek pêhate biparêze. Di heman demê de ew ê mafê pêkhateyên din ên bakurê Sûriyeyê jî biparêze. Lê belê ev hîna pêşniyar e. Çav li rê ye ku di civîna pêşiya me de şeklê dawî yê vê rêveberiyê bê diyarkirin.”

wayil mirza

Endamê Partiya Asûrî ya Demokratîk û Endamê Komîteya Amadekar Wayîl Mîrza got ku di demeke ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk herêmên fireh ji xaknîgara Bakurê Sûriyeyê rizgar kirin, Kordînasyona hersê Kantonên Rojava bang kir da ku rengê rêveberiyên herêmên rizgarkirî û Rojava bê diyarkirin û projeyek derkeve da ku li Sûriyeyê tevahî bê belavkirin.

Mîrza derbarê reşnivîsa ku hatiye amadekirin ev agahî dan ajansa me: “Şeklê rêvebirina herêmên rizgarkirî, mafên gelên vê herêmê tevî parastina demografiyeya herêman hatin nivîsandin. Em ê ji terubeya rêveberiyên xweser sûd bigirin. Lê belê em ê siba nêrînên tevahî pêkhateyan webigirin û encama wê de ew ê şeklê dawiyê bê destnîşankirin”

(dy-ne)

ANHA