Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Sibe yekem mîhrecan li Helebê tê lidarxistin

SÎLVA MISTEFA

HELEB – Navenda Çand û Hunerê ya Helebê bi armanca şermezarkirina komploya navdewletî dê sibe yekem mehrîcan bi durişmeya “Ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêbertiyê” a li ser asta Helebê destpê bike. Dê gelek komên çandê tevlî mihrîndanê bibin.

Tevgera Çand û Huner a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, piştî salên berxwedan û fedakariya ku şêniyan pêşkêş kirine, amadekariya vekirina yekemîn mîhrecan dike. Di mîhrecanê de 20 komên çandê yên taxa Şêxmeqsûd, her wiha komên taxên rojhilat beşdariyê bikin.

Têkildarî xebatên amadekariya yekemîn mîhrecana li ser asta Helebê û armanca organîzekirinê wê Endamê Rêveber ê Tevgera Çand û Huner a bajarê Helebê Idrîs Dilşêr agahî dan.

HLB-EMEDEKARIYA-CEND-U-HUNER-JI-BO-FASTIVALE-LI-HELEB (3) HLB-EMEDEKARIYA-CEND-U-HUNER-JI-BO-FASTIVALE-LI-HELEB (4)

Idrîs Dilşêr di serî de wiha got:” Piştî çend salan ji êrîşan û ambargoya li ser taxa Şêxmeqsûd, me wek Tevgera Çand û Huner biryar da ku îsal tiştekî balkêş li bajarê Helebê organize bikin. Armanca jî ewe ku atmosfêreke xweş peyda bikin ku şîniyan ji wan şer û êrîşan hatine kirin bibîrkirin bide, ji ber vê yekê jî me dest bi xebatên amadekarina mîhrecanê kir. Mîhrecan wek cara yekemîne li bajêr tê lidarxistin. Mîhrecan bi vê navnîşana taybet ‘Ji bo şermezarkirina komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan’ tê lidarxistin, armanca me jî ew e ku em isbat bikinku emê xebat û çalakiyên xwe yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bidomîn in û ji bo azadiya wî emê dengê xwe bilind bikin.”EDRIS DELSER

Dilşêr da xuyakirin ku mîrecan dê roja Înê (sibe) bê lidarxistin û du rojên bê navber dom bike û got: “Dê di îhrecanê de govendên gelerî foliklorî û stranên cihêreng bên pêşkêş kirin, her wiha dê pêşkeşiyên mûzîkê û şevbuhêrkên helbestê û şanoyan bên pêşkêşkirin. Dê hunerên xwarinên gelerî yên berê jî bên pêşkêşkirin. 20 komên cihêreng ên Tevgera çand û Huner, Yekîtiya Ciwanên Rojava, komên taybet ên taxên rojhilatê, di mîhrecanê de beşdariyê bikin. Di mîhrecanê de hunerên her pêkhateyekî dê bên pêşandan.”

Di berdewama axaftina xwe de, Dilşêr wiha got: “Ev mîhrecan ji her kesê ku destek dane çeteyan ku li herêmê rûxandin û rijandina xwînê pêk anîne re bibe peyamek da bizanibin em li vir in, têkoşîn û berxwedanê didomîn in da parastina zimanê dayikê bikin û Rêberê Mirovahiyê Abdullah Ocalan azad bikin.”

Endamê Rêveber ê Tevgera Çand û Hunerê di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyê bajarê Helebê kir ku beşdarî mîhrecanê bibin.

(rr)

ANHA