Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Sibe yekemîn mîhrecan li ser asta Bakurê Sûriye tê lidarxistin

OLVA HAC MENSÛR

QAMIŞLO – Yekemîn mîhrecana ku li ser asta Bakurê Sûriye hatiye tê birêxistinkirin, sibe wê dest pê bike.QAM-FSTEVAL-JENN-JEOAN (2)

Mîhrecana Şehîd Strêvan bi armanca derxistina çand û kevneşopiyên gelên herêma Bakurê Sûriye wê sibe li bajarê Dêrikê ya herêma Cizîrê dest pê bike. Mîhrecan ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan a Bakurê Sûriyeye hatiye birêxistinkirin û dê sê rojan berdewam bike.

Dê hejmarek kom ji mûzî, stran, dîlan û şano yên herêmên Bakurê Sûriye beşdarî mîhecanê bibin, her wiha dê pêşengehek karê destan û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were vekirin.

Li gorî komîteya amadekar a mîhrecanê, komên ku dê bi çalakiyên xwe beşdarî mîhrecanê bibin;

Ji herêma Efrînê komeke girêdayî çalakiyên sporê, ji kantona Kobanê komek a mûzîkê û yek a dîlanan. Ji herêma Cizîrê jî 3 komên sînema, du komên dîlanan û du komên mûzîkê. Ji herêma Cizîrê jî wê 3 komên Sînama û du komên govendê û du komên mûzîkê beşdar bibin.

Komîteya amadekar destnîşan kir ku wê ji pêkhateya suryan jî du kom beşdar bibin, yek dîlan û yek a helbestan. Her wiha dê alavên kevin ên çanda suryan jî werin pêşkêşkirin.QAM-FSTEVAL-JENN-JEOAN (1)

Ji pêkhateya Ereb jî wê hejmarek komên stranan, dîlan beşdarî mîhrecanê bibin, her wiha dê çîrokên keneşopiyên erebî wê werin pêşkêşkirin. Ji bajarê Minbicê jî dê tevlîbûn hebe.

Tê destnîşan kirin ku di çalakiyan mîhrecanê de cureyên xwarinê yên çanda herêmê wê werin pêşkêşkirin.

(jo)

ANHA