Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Sihrab MÎkaîl: Tirkiyê Islamê reş dike, Efrîn wê biserkeve

FÎDAN EBDULAH-EKREM BEREKAT

EFRÎN – Endamê Perlematoya Başûrê Kurdistanê Sihrab MÎkaîl Rêkanî ku serdana Efrînê kiriye diyar kir ku ola islmamê ne tenê nave û ev tişt anî ziman: “Lê belê naveroke, bingehe û îradeya jiyana azade. Islam rêzgirtina aliyê dine, ola biratiya gelan e, tiştê niha dewleta Tirk pêk tîne li dijî islamê ye û Islamê reş dike.”

Endamê Perlematoya Başûrê Kurdistanê ji Partiya Yekîtiya Islamî ya Kurdistanê Sihrab MÎkaîl Rêkanî ku bi şandeya Başûr a serdema Efrînê kiriye derabrê serdana xwe de bersiva pirsên ajansa me (ANHA) da.

*Herêma Efrînê ji 20’ê Çile ve rastî êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê tê, hûn wekî perlemantoya Başûrê KUrdistanê helwesta we derbarê êrîşê çiye?

Em wekî perlemantoya Başûrê Kurdistanê êrîşa li ser Efrînê bi tundî şermezar dikin. Êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê li dijî hemû qanûn û belgeyên navdewletî yên cîhanê ne.Tu qanûn di cîhanê de nîne ku êrîşa li ser sivîlan, qetilkirina sivîlan û pêkanîna komkujiyan rewşa nîşan bide.

Tu qanûn qebûl nakin ku sînor werin derbaskirin û êrîş li dijî cîranan pêk were, tişta Tirkiyê pêk tîne li dijî hemû nirxên mirovahiyê ye û olên cîhanê ye.

*Tirkiyê bi navê islamê êrîşî Efrînê dike, hûn wek partiya islamî van êrîşan çawa dinirxîn in?

Her kesekî  ku diruşmeya islamê rake, divê bingehên olê bi rastî pêk bîne. Divê ne tenê diurşmeyan bavêje û di piratîkê de tiştekî din pêk bîne.

Islam ne tenê ola nave, islam ola îrade û jiyana azade, Islam ola rêzgirtina aliyên din e. Ola biratiya gelane, ên îdaya islamê dikin û van xalaln binpê dikin ola islamê reş dikin. Ji xwe dewleta Tirk jî heman tiştê pêk tîne, îdayan dike, lê bi karê xw ola Islamê ya pîroz reş dikin.

Diruşmeyan davêje lê di rastiya xwe de tiştekî din pêk tîneTirkiyê ji diruşmeyên islamê li kure, bi diruşmeyên Islamê êrîşî gelê Kurdistanê dikin, gelê kurd hemû bingehên Islama pîroz pêk tînin, êrîşî wan dikin.

Em gelê Kurd li Kurdistanê ola islamê ya rast pêk tînin, em êrîşî tu kesan nakin, em rastiya Islamê pêk tîn in.

*Şêniyên Efrînê berxwedaneke bi rumet li dijî êrîşên Artêşa Tirk a ku hemû cûreyên çekên giran bikar tîne, pêk tîne, heta bi balafiran jî êrîşî herêmê dike. Hûn vê yekê çawa dinirxîn in?

Em tiştê li Efrînê pêk tê ji nêz ve dişopîn in. Dema em hatin Efrînê jî me bi çavên xwe berxwedana şêniyên Efrînê dît. Meteloka dibêje kesên dibîne, ne wekî kesên dibhîze, ev raste. Me berxwedan bi çavên xwe dîtin, zarok, jin, zilam û kesên bi temen hemû gelê Efrînê di nava berxwedanê de ye. Xwedî îradeyeke xurt in.

Riya me ya ber bi Efrînê ve dirêj bû, em pir westiyan, lê dema em gihiştin Efrînê me şêniyên Efrînê dît, pêşwazîkirina wan ji me re, westandina me çû, em pir rehet bûn.

*Glê Kurd di qonaxeke hesas re derbas dibe, beriya niha me rewşa Kerkûkê dît, niha jî êrîşa li ser Efrînê, di navbera wan de pêwîstiya gelê kurd di vê demê de bi çi heye?

Beriya niha me di Perlematoya Herêma Kurdisstanê nîqaş kir. Me got ku serkeftina gelê kurd bi yekîtiya wî ye. DIvê Kongreya Netewî di zûtirîn dem de were lidarxistin. JI ber kongreya Netewî tekane riya çareseriyê ye.

*We got divê di zûtirîn dem de Kongreya NEtewî were lidarxistin. Heger banga lidarxistina Kongreya Netewî hate kirin û hin partiyan an aliyan qebûl nekir beşdar bibin, hûn vê yekê çawa dinirxîn in?

Her partiyek nirxandineke wê ji bûyerên li Kurdistanê pêk tê re heye. Ez nikarim tu aliyan tewanbar bikim, di nerîna min de yên beşdarî kongreya netewî nebin şaştiyek mezin ku rê li ber parçebûna kurdan vedike, dikin.

*Banga we ji gelê kurd re û bi taybet hêzên Islamî çiye?

Gelê kurd yeke, yek laşe, em êrîşî tu aliyan nakin, em aştiya tu aliyan binpê nakin. Em gelekî aşiqê azadî û aştiyê ne. Divê em vê yekê ji hemû cîhanê re diyar bikin. Divê hemû cîhan vê rastiyê bizane. Ev yek nayê wê meneyê ku em liberxwe nedin û bersiva êrîşan nedin. JI ber vê yekê divê gelê kurd liber xwe bide û yekîtiya xwe biparêze. JI ber yekîtiya me riya xelasa me ye.

*We serdema Efrînê kir. We rewş ji nêzî ve dît, di nerîna we de berê Efrînê wê ber bi ku ve here?

Efrîn wê liber xwe bide, dibe ku qurbanî çêbibin, lê îradeya gelê meyê Efrîna berxwedanê naşike, gelê me yê Efrînê berxwedan wekî navnîşana xwe hilbijartiye.

(dc)

ANHA