Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Siko: Dê kesên guncaw di cihê guncaw de cih bigrin

Dîmen

NAVENDA NÛÇEYAN – Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Ebdulkerîm Siko diyar kir ku dê Lîsteya Neteweya Demokratîk kesên guncaw di cihê guncaw de bi cih bike.

Ebdulkerîm Siko derbarê hilbijartinên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê de axivî û da zanîn ev yek gaveke girînge ji bo gelên Bakurê Sûriyê û anî ziman ku dê bi riya wê hemû kêmasiyên ji destpêka şoreşê de hatin jiyîn bêne derbaskirin.

Siko destnîşan kir ku dê bi riya hilbijartinan partiyên siyasî bi yek destî li hember zehmetiyên ku li pêşiya gelên  Bakurê Sûriyê derdikevin têbikoşin û wiha domand: ″Em beşdarî Lîsteya Neteweya Demokratîk bûn da em ji bo hemû gelên Bakurê Sûriyê têbikoşin, her wiha civakê li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş ava bikin″.

Siko destnîşan kir ku dê Lîsteya Neteweya Demokratîk kesê guncaw di cihê guncaw de bi cih bike û wiha got: ″Bi vê yekê dê hemû pêdiviyên gel bêne bicihanîn″.

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Ebdulkerîm Siko di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku hemû gelên Bakurê Sûriyê kesên guncaw hilbijêrin.

(mm)

ANHA