Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Sîstema nû ya rêveberiya demokratîk…hevserokatiye

TOLÎN HESEN

EFRÎN – Sîstema Hevserokatiyê bûye rêbazekî nû ji bo rêveberiyê di Rojhilata Navîn de, pêkanîna vê sîstemê di sazî û rêxistinên li Rojava û Bakurê Sûriyê de bandorke li pêşketina xebatên têne meşandin, kiriye.EFRIN-HEVSERO-KATIYA-GISTI-RENGE-KIDI-DIDE-NISAN-DAN1 ‫(271712770)‬ ‫‬

pêkanîna sîstema hevserokatiyê li Rojava û Bakurê Sûriyê rihekî nû da xebatên rêxistinî û rêveberiyê. Di şêwazê rêvebertiya li gorî vê sîstemê de, rêveberiya navendî ya ku xwe dispêre hişmendiya bavkisalarî ya desthilatdar hildiweşe. Bingeha avakirina civaka demokratîk ku li ser bingeha hêmanên Netewa Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de şîrove kiriye û daxwaza piratîzekirina wê kiriye, sîstema hevserokatiyê ye.

Em di vê dosya xwe de balê bikşînin ser rola jin di civakê de, çawa mafê jinan hatiyê çewisandin, her wiha girîngiya şêwazê rêveberiyê û hevserokatiyê, bandora wê ya li ser sîstemên rêveberiyê ku di Rojava û Bakurê Sûriyê de tê meşandin.

Dema mirov kokên dîrokê yên jiyana mirovahiyê lêkolîn dike, mirov wê demê bizane ku jin xwedî roleke sereke di xwedîkirina zarokan û parastina nirxên civakê de girtiye. Lê bi pêşketina mejiyê mêr û zanistê re mêr ji bo ku desthildariya xwe li ser civakê serwer bike dest bi inkarkirina rola jinê kir û mafê hemû mafên wê jê dizî.

Li gorî lêkolînên destpêkê, zilamê xwe di niçîrê de pêş xist, di hundurê wî de tundî jî pêş ket. Êdî hemû nirxên nêr derxist, ji destpêka 5 hezar sala beriya zayendê zelam dest bi pêkanîna desthilatdariya xwe ya li ser civakê da destpêkirin. Bi vê yekê êdî zilam rêveberiya jinan ji destê wê girt.

Rola mêr a di rêveberiya civakê ji destpêka serdema Sumeran ve dest pê kir. Di şarestaniya Sumer de sîstema çînan derket pêş. Zilamê hakim beşên jê ên civakê xist xizmeta desthiladariya xwe ya.

Di roja me ya îro de, şêwazên cuda yên birêveberinê hene, di navarok û cewherê cudahiyên çîênan heye, çîna hakim di her beşên civakê de û di serî de li ser jinan hikmê xwe feriz dike.

Tevgerên jinan, wekî femninst ji bo vegerandina rola jin a di nava civakê de, hewldan kirin ku û di hin aliyan de biser ket. Li hin welatên Ewrupayê karîbû jinan di warê siyasî de pêş bixin, lê nedikarî zihniyeta mêr têk bibe.

8‘ê Adarê dergehê têkoşînê ye

Di 8‘ê Adara 1857‘an li hember newekheviya di navbea jin û mêr de ya di kar de, jinên kedkar ên bajarê New Youk ketin gireva biçîbûnê. Desthilatdariya Amarîka nedizanî ku dijîderketina bi tundî ya li hember vê çalakiyê wê vê rojê veguherîne roja têkoşîna jinan a bi destxistina mafên xwe. Li tevahî dunyayê jin rabûn serhildanan û daxwaza mafên xwe kirin.EFRIN-HEVSERO-KATIYA-GISTI-RENGE-KIDI-DIDE-NISAN-DAN1 ‫(1)‬

Neteweyên Yekbûyî di 16‘ê Adara 1977‘an de biryar derxist ku 8‘ê Adarê wekî roja tekoşîna jinan a Cîhanê were bi navkirin.

Dîsan jî li hin dewletên cîhanê hişmendiya zilam a inkarkirina hebûna jin di kar de ma û heta roja îro jî dewam dike.

Li gorî lêkolînên navnetewî yên derbarê tundiya li ser jinan hem fîzîkî û hem jî psîkolojîk 50 % tundî li ser jinan tê meşandin, ev yek di serî de li dewletên Afrîqayê, cîhana ereban, Amerîkaya Jêrîn û Rojhilatê Asayayê pêk tê.

Jin di nêrîna Ocalan de

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di lêgerînên xwe yên kûr ku ji serdemên destpêkê ta roja îro de rastiya jin nas kir û li ser xebitî.

Ocalan di 21‘ê Adara 2005‘an de li ser girîngiya veguhertina têgehên jiyana heyî ji jiyana li gorî projeyeke nû ku navê “Netewa Demokratîk” lê kir destnîşan kir.

Di dawaya sala 2010‘an de di girtîgeha Îmeralî de parêznameya xwe ya 5‘emîn a bi navê “Doza kurdî û çareseriya demokratîk” derxist, tê de fikra hevjiyana azad derxist pêş.

Rêber Ocalan her di pêşnumeya xwe de hevjiyana azad tekezî li ser wekheviya di navbera jin û mêr de dike, nabe aliyeke xwe li ser yên din feriz bike, bi vê awayî wê jiyana rast û dirust ne pêkane be.

Di vê yekê de Rêber Ocalan gelek perspektîf derba hevjiyana azad û netewa demokratîk di paraznameya xwe de parve kirin û bi awayekî berfireh vekir.

Sîstema hevserokatî û pêkanîna wê         EFRIN-HEVSERO-KATIYA-GISTI-RENGE-KIDI-DIDE-NISAN-DAN1 ‫(1)‬ ‫‬

Bi destpêka pêvajoya Şoreşa Rojava ji 2012‘an ve, Rêxistina Kongereya Star “Yekîtiya Star” xwedî li fikrê Ocalan derket û li herêmên dihatin rizgarkirin ev sîstem pêk anî.

Di salên 2013 û 2014‘an de Kongreya Star sîstemên rêveberî û hevserokatî di hemû sazî, rêxistin û meclîsan pêşniyar kir. Ev sîstem ji aliyê civakê ve hate qebûlkirin û di ezmûna xwe de jî serkeftî pêk hat.

Li ser vî esasî, bi sedan semîner û civîn hatin lidarxistin, her wiha akademiyên perwerdeyê li ser hîmên netewa demokratîk û hevjiyana azad hatin vekirin.

Endama Koordînsayona Kongreya Star a Kantona Efrînê Zelal Ciger li ser mijarê axivî û ev tişt anî ziman: “Ji bo pêkanîna pergala hevserokatiyê, di serî de me gelek zehmetî kişand, jin ji xwe ne bawer bûn, zilam jî ev yek qebûl nedikir. Bi riya perwedeyê ev zehmetî hatin rakirin.”

Pratîkkirina sîstema hevserokatiyê li tevahî Rojava di sala 2014‘an de dest pê kir. Êdî ev sîstem di meclîsên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û saziyên Tevgera Civaka Demokratîk de hatin pêkanîn û ketin meriyetê. Ev sîstem di sazî û partiyên siyasî de jî pêkane bû.

Sîstema hevserokatiyê di komîn û meclîsan de li seranserî Kantona Cizîrê tê pêkanîn.

Meclîsa Federaliya Demokratîk a Bakûrê Sûriyê ev şêwaz di hevpeymana xwe ya civakî de êrê kir.

Rêjeya Jin 50% yeEFRIN-HEVSERO-KATIYA-GISTI-RENGE-KIDI-DIDE-NISAN-DAN1 ‫(271712769)‬ ‫‬

Pergalên ku banga modernîteyê dike, azadiyê jinê li gorî ku tê xwestin biser nexist. Piraniya van sîsteman di her qadên jiyanî de ji sedî 10 mafê jin temsîl kir. Lê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga wekheviya di navbera herdu zayendana de kir.

Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Kantona Efrînê Mihemed Seyîd Yûsif ku psporê kar û barên qanûnî ye dibêje: “Bi wekheviyê ango nûnertiya jin ji sedî 50 dê me ji pêşxistina fikirê ferdî dûr bixe.”ZELAL-CIGER

Mihemed Seyîd Yûsif anî ziman ku bi pêşketina firkirê ferdî re desthilatdarî pêş dikeve û demokratîbûyîn namîne.

Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ji beriya du salan sîstema hevserokatî di 20 sazî û meclîsan de pêk hat.

Meclîsa Biratiya Gelan a ku hemû pêkhateyên herêmê ji kurd, ereb û tirkumen cihê xwe tê de digirin sîstema hevserokatiyê di karê xwe de pêk tîne.

Hevserokê Meclîsa Biratiya Gelan a taxa Şêxmeqsûd Merî El-Şiblî têkildarî mijarê got: “Sîstema hevserokatî, tecrûbeyeke serkeftî ye. Em ê ji bo piratîkkirina vê tecrûbeyê li tevahî Rojhilata Navîn bi xebitin. Armanca me avakirina civakeke demokratîk e.”

(bb/dc)

ANHA

MIRI-SELEBI MUHEMED-SEYID-YUSIF