Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Sivîlên Reqqayê ji QSD`ê re gotin:Em li benda we bûn

Dîmen

EKREM BEREKAT

REQQA – Şervanên QSD`ê sê malbatên din ji taxên rojava yê Reqqayê ku şer li wir didome, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Sivîlan ji şervanên QSD`ê re gotin: Em li benda we bûn

Pêşveçûyînên şervanên QSD`ê li taxên rojava yên Reqqayê didomin. Şervan ji bo rizgarkirina sivîlan bi baldarî tevdigerin û roj bi roj bi dehan  sivîlan ji herêmên şer rizgar dikin.

Di vê çarçoveyê de, şervanên QSD`ê  sê malbatên din ku piranî ji jin û zarokan bûn û çeteyan wekî mertal li mefreqa El-Cezra  bi kar dianî, piştî rakirina mayînan ew rizgar kirin.

Jin û zarokên ku hatin rizgarkirin,  kêfxweşiya xwe bi rizgarkirina ji çeteyan anîn ziman û jinan ji şervanan re  gotin “Em li  benda we bûn”.

Şervanên QSD`ê sivîlên ku rizgarkirin, ew gihandin cihên bi  ewle yên dervayî bajar.

(kc)

ANHA

REQQA-RIZGARKIRNA-SIVILAN-BERDEWAMI ‫(160367107)‬ ‫‬ REQQA-RIZGARKIRNA-SIVILAN-BERDEWAMI ‫(160367106)‬ ‫‬ REQQA-RIZGARKIRNA-SIVILAN-BERDEWAMI ‫(160367105)‬ ‫‬ REQQA-RIZGARKIRNA-SIVILAN-BERDEWAMI ‫(1)‬