Têkilî | Derheqê me de

Siyasetmedar: Efrîn wê hêzên li dijî terorê bike yek

ALVA OSÊ

NAVENDA NÛÇEYAN – Amir Helûş got ku dewletên mezin ji bo pêkanîna planên xwe li herêmê pêk bînin Tirkiyê bi kar tînin û wiha got, ″Eger êrîşeke cidî li ser Efrînê were kirin, dê şerê li herêmê veguhere şerekî herêmî û cîhanî. Dê hemû hêzên Sûriyeyê yên li dijî terorê şer kirine jî yekîtiya xwe ava bikin û li hember êrîşên dewleta Tirk li ber xwe bidin.″

Siyasetmedarê Sûrî yê serbixwe Amir Helûş diyar kir ku zagonên navneteweyî li hember dagirkeriya Tikriyê navekin meryetê, ji ber ku Tirkiye ji bo pêkanîna berjewendiyên navneteweyî tê bi karanîn.

*Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan gefên dagirkeriyê li Efrînê dixwe, bi nêrîna we armanca Erdogan ji vê yekê çi ye?

Eger ku şerê Efrînê dest pê kir, dê xizmeta berjewendiyên Amerîkayê bike. Amerîka ji bo ku li herêmê bigihêje armancên xwe dixwaze Tirkiyeyê bi kar bîne. Ji ber vê yekê Amerîka dibêje Efrîn me eleqedar nake û piştgiriya Erdogan dike.

Her kes dizane ku dê hewldanên dagirkirina Efrînê rastî berxwedaneke bêhempa ya YPG′ê were û destaneya Kobanê li Efrînê dubare bibe. Dibe ku şerê Efrînê veguhere şerekî herêmî. Tirkiye bi van polîtîkayên xwe, ajandayên xwe derbasî derve bike.

*Efrîn beşek ji Sûriyê, êrîşa li ser Efrînê destwerdana li ser axa Sûriyeyê ye. Çima heta niha zagonên navneteweyî li hember van destwerdanan nehatine bikaranîn?

Êrîşa dewleta Tirk a dagirker a li ser Efrînê zagonên navneteweyî binpê dike. Mafê gelê Sûriyeyê heye ku di qadên leşkerî, siyasî û dîplomatîk de bersiva van êrîşan bide û axa xwe biparêze.

Dewletên navneteweyî zagonan li gorî berjewendiyên xwe bi kar tînin.

*Eger ku aloziya Sûriyeyê kûrtir bû, bi nêrîna we dê çi pêşketinên siyasî li herêmê çêbin?

Eger ku şerê Efrînê dest pê bike, dê hemû hêzên Sûrieyeyê yên li dijî terorê şer kirin yekîtiya xwe ava bikin û li hember êrîşên dewleta Tirk li ber xwe bidin. Dibe ku şerê Efrînê veguhere şerekî herêmî û cîhanî.

(mm)

ANHA