Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Siyasetmedar: Qatil tu carî guh nade zagonan

MEDYA HENAN – YEHYA HEBÎB

NAVENDA NÛÇEYAN – Siyasetmedarê Sûrî Husam Elûş da zanîn ku Erdoganê qatil tu carî guh nade zagonan û got ku gel bi têkoşînê mafên xwe bi dest dixin.

Derbarê êrîşên Artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêma Efrînê de, Meclîsa Ewlehiyê civîneke awarte li dar dixe. Derbarê mijarê de siyasetmedarê Sûrî Hesan Elûş ji ANNA′yê re axivî û helwesta xwe nîşan da.

Husam Elûş da zanîn ku Erdoganê qatil tu carî guh nade zagonan û wiha got, ″Erdoganê faşîst û çeteyên wê gelê me yê Efrînê yê azadîxwaz qetil dike. Biryarên Meclîsa Ewlehiyê jî bê wate ne, ji ber ku gel mafên xwe bi têkoşîn, berxwedan û hevgirtina xwe bi dest dixe.″

Elûş di berdewama axaftina xwe de wiha got, ″Divê em pişta xwe bi Meclîsa Ewlehiyê û NY xurt nekin. Em ê bi berxwedan, hevgirtina xwe bi ser bikevin.″

Elûş di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew ê li hember polîtîkayên Erdoganê faşîst ku ev 7 salin destek dide rêxistinên terorîst û Sûriyeyê xera dike, li ber xwe bidin.

(mm)

ANHA