Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Siyasetmedaran sîstema Îmraliyê şermezar kirin

Dîmen

KADAR IBRAHÎM

TIRBESPIYÊ- Endamên partiyên siyasî kiryarên dewleta Tirk û sîstema Îmralî şermezar kirin.EBAS HUSIN

Têkildarî sîstema Îmralî û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan endamên partiyên siyasî yên navçeya Tirbespiyê ji ajansa me ANHA`ê re axivîn.

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (El-Partî) Abas Hisên wiha destbi axavtina xwe kir:ʺ Rêber Abdullah Ocalan bi fikir û felsefeya xwe ji giştî cîhanê re diyar kir ku mafên wan heye li pey azadiya xwe bikevin, ji ber vê yekê dewleta Tirk tecrîda girankirî li ser Ocalan ferz kirineʺ.

Hisên ji dewletên navdewletî xwest ku dawî li kiryarên dewleta Tirk ên li hemberî Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bîne û wiha dirêjahî da gotinên xwe:ʺ Em ji dewletên navdewletî dixwazin ku derbare rewşa tenduristî ya Ocalan de agahî bidinʺ.IBTAHIM ALSILAGI

Her wiha mudûrê Buroya Partiya Modernîteya Demokratîk a navçeya Tirbespiyê Ibrahîm Selac got:ʺ Girtina Ocalan di heqê mirovahiyê de sûce. Ji ber Ocalan jiyana xwe di ber gel û doza xwe de da. Em jî li pişt Ocalanin û azadiya wî daxwaz dikinʺ.

Endamê Partiya Yekîtiya Suryanan Malik Esmer jî wiha got:ʺ Em weke Partiya Yekîtiya Suryanî bi navê xwe û bi navê gelê Suryan destek didin Rêberê Gelê Kurd û dibêjin dewleta Tirk zagonên navdewletî û rêxistinên mafên mirovan ihmal dike û ev yek îfade dike ku dewleta Tirk faşisteʺ.MALIK ASMIR

Esmer di berdewamiya gotinên xwe de got:ʺTirkiyê dixwaze li gorî berjewendiyên wê bi ser aloziya Sûriyeyê de biçin û ji ber vê yekê xaka Sûriyeyê dagir kirʺ.

Malik Esmer di dawiya gotinên xwe de bang li hemû şêniyên Sûriyeyê kir ku li hemberî Tirkiyê û çeteyên wê derbikevin.

(np)

ANHA