Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Siyasetmedarê Rûsî: Bê rêveberiyên herêmî lihevkirina Sûriyê pêk nayê

NAVENDA NÛÇEYAN-Serokê Komîteya Meclîsa Duma ya Kar û Barên Navnetewî ya Rûsiya Leonid Slutsky diyar kir ku bêyî avakirina rêveberiyên herêmî wê lihevkirina li Sûriya pêk neyê.

Serokê Komîteya Meclîsa Duma ya Kar û Barên Navnetewî ya Rûsiya Leonid Slutsky ku bi şandeyeke ji Meclîsa Duma û nûnerên Komleya Parlementoya Meclîsa Ewrupa serdana Paytexta Sûriêy Şamê kirin. Leonid Slutsky li Şamê ji rojnamavan re axivî û wiha got: “Em ê mijara destur, dozên sereke yên girêdayî  biryara Konseya Ewlekariyê ya bi hejmara 2254, bi bihevgirtina dîlên şer, avakirina rêveberiyên herêmî li welat. Heger ev yek pêk nehat ne mumkine lihevkirin li Sûriyê pêk were.ʺ

(bb)

ANHA