Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Siyasetmedarekî Felistînî: Biryara Hemas di cih de ye

MUSTEFA EL-DEHDÛH

XEZA – Lêkolînvanê siyasî yê Felistînî Hûsam El-Decnî biryara ku Serokatiya Rêxistina Rizgariya Felistînê û serokatiya dewletê ji hev cuda dike, biryareke bi aqilane û di cihê xwe de bi nav kir.

Tevgera Hemas beriya niha bi hikûmeta Misirê re dosyaya derbarê lihevanîna Tevgera Hemas û Tevgera Fetih de nîqaş kiribû û gotibû ku eger serokatiya dewletê û Tevgera Rizgariya Felistînê di yek kesê de teng nemîne, ew ê beşdarî xebatan bibe ku bigihêje serokatiya dewletê.

Lêkolînvanê siyasî yê Felistînî Hûsam El-Decnî got ku serokatiya dewletê û Rêxistina Rizgariya Felistînê ji aliyê yek kesî ve, bandoreke neyînî li hemû aliyên dewletê kiribû.

El-Decnî bal kişand ser serdema Serokê Berê yê Felistînê Yasir Erefat û got: “Erefat serokatiya Tevgera Fetih, serokatiya Rêxistina Rizgariya Felistînê û serokatiya dewletê dikir. Ew bi riya Fetih û rêxistina rizgariyê ber bi têkoşîna çakdarî ve diçû, lê wekî serokê dewletê ji aliyê hêzên navnetewî dihate rexnekirin û tewanbarkirin.”

Hûsam El-Decnî anî ziman ku eger kesek serkêşiya 3 saziyên dewletê bike, binesaziya sîstema siyasî ji hev dikeve û li pêş cîhanê bi 3 sîfatên cuda xuya dike.

Lêkoînvanê siyasî yê Felistînî bal kişand ku biryara serokatiya dewlet û rêxistinê ji hev cuda dike, dê bihêle ku hukmê sazîbûnê li hemberî hukmê ferdî bi ser bikeve, her wiha li pêşiya qanûnê rê were vekirin.

(he)

ANHA