Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Siyasetmedarên Rojava: Esed peyam da Erdogan ku êrîş bike

Dîmen

MÛRADA KENDA

QAMIŞLO – Siyasetmedarên Rojavayê Kurdistanê bersiv dane daxuyaniyên Esed û Erdogan. Siyasetmedaran Esed wekî xayînê herî mezin bi nav kirin û gotin “Esed bi daxuyaniya xwe peyam da Erdogan ku “kerem bike êrîş bike.”

Sekreterê Komîteya Navendî ya Yekîtiya Kedkaran Mihemed Şêxê û Endamê Partiya Aştiya Demokratîk Welîd Çolî derbarê daxuyaniyên Serokê Sûriye Beşar Esed û Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê, ji ANHA’yê re axivîn.

‘Eger QSD xayîn be hemû gelên Sûriyeyê xayîn in’IMG_9741

Welîd Çolî bal kişand ku Beşar Esed dixwaze desthilatdariya xwe ya berê vegerîne herêmê û got “QSD’ê li hemberî terorê şer dike û ewqase sal têkoşînê dike. QSD’ê temsîla tevahiya gelên Sûriyeyê dike. Eger QSD’ê xayîn be, tê wateya ku tevahiya gelên Sûriyeyê wekî xayîn hesab dike.”

‘Xayînê mezin Esed bi xwe ye’

Welîd Çolî di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt zêde kir “Di şerê Sûriyeyê de rêjîma Esed komên çete derbasî Rojava û Bakurê Sûriyeyê kir, her wiha li dijî xelkên sivîl çekên kîmyewî jî bi kar anîne. Ev rêjîm tu caran li gorî pîvanên civakî û exlaqî tev negeriyaye. Xayînê herî mezin rêjîma Esed bi xwe ye.

‘Daxuyaniyên Esed û Erdogan hevkariya wan nîşan didin’

Çolî bal kişand ser daxuyaniyên hemdem ên Serokê Sûriye Beşar Esed û Serokomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ên li dijî Rojava û Bakurê Sûriyeyê û got “Ev daxuyaniyên hemdem têkiliyên di navbera wan de diyar dikin.  Esed daxuyanî da û peyam da Tirkiyeyê mîna ku ji Tirkiyeyê re bêje QSD’ê xayîn e, kerem bike êrîşî wê bike.”IMG_9739

Sekreterê Komîteya Navendî ya Yekîtiya Kedkaran Mihemed Şêxê jî got “Piştî ku QSD’ê serkeftinên mezin pêk anî û dem bûye dema ku dawî li aloziya Sûriyeyê were Esed û Erdogan li dijî gelê Kurd pîlanan dikin.”

Li gorî axaftina Şêxê, armanca van herdu dewletan ew e ku sîstema li Rojava û Bakurê Sûriyeyê hatiye avakirin têk bibin û aloziya Sûriyeyê dirêjtir bikin.

(he)

ANHA