Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Sobe li dibistanên Eyn Îsa hatin belavkirin

GIRÊ SPÎ – Navenda Perwerdeyê ya navçeya Eyn Îsa 350 sobe li dibistanên navçeyê belav kirin ku di rojên bê de wê mazotê jî belav bike.EYINESA-BLAVKIRNA-SOBA (2)

Navenda Perwerdeyê ya navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî ya herêma Firatê 350 sobe li 140 dibistanên navçeyê û gundewarê wê belav kir.

Derbarê mijarê de, endamê navenda perwerdeyê Ecîl Îdan diyar ku wan li ser asta perwerde û fêrkirinê gavin mezin weke peydekirina kelûpelan û pêşkêşkirina rajeyan avêtine û nêzîk wê hemû dibistanan sererast kirin. Ecîl Îdan got: “Me 350 sobe li 140 dibistanên navçeyê belav kirin”.

Di dawiya axaftina xwe de, Îdan destnîşan kir ku piştî wan mazot li hin dibistanan belav kirine û di demeke nêzîk de wê careke din belav bike.

 (hş)

ANHA

EYINESA-BLAVKIRNA-SOBA (4) EYINESA-BLAVKIRNA-SOBA (3) EYINESA-BLAVKIRNA-SOBA (1)