Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şopên dibistana Til Şeîr serdema zanistî li gund vedibêje

RÊNAS REMO

TIRBESPIYÊ – Ji dibistana Til Şeîr a kevin tenê hin şop mane û şagirtê wê yê beriya 60 salî lê xwendî, daxwaza avakirina pirtûkxaneyekê li cihê wê kir.TIRBESPIYE-DIBISTANA-GUNDE-TIL-SEHIRE1 (1)

Gundê Til Şeîr li rojavayî bajarê Tirbespiyê ye. Di herêmê de weke çavkaniya zanist û jiyana hevbeş tê nasîn û di salên pênceyî yên sedasala bihurî de hin rewşenbîrên kurd weke Cîgerxwîn û Ehmed Namê lê mane.

Gundê Til Şeîr weke gelek gundên Cizîrê, ji aliyê rêjîmê ve hatine paşguhkirin, lewma welatiyan bi insyatîfa xwe pere kom kirin û dibistanek ava kirin.

Di sala 1931`an de, dema serweriya Franseyan li Sûriyeyê, helbestvan Mele Ehmed Namî tevî du ruspiyên gund Osî Ebid û Hecî Silêman daxwaznameya avakirina dibistanekê li gund, li ser hesabê xwe ji mudîriyeta perwerdeyê re pêşkeş dikin û jê mamosteyan dixwazin.

Li gor welatiyan dan zanîn ku ji bo ku dibistan dewam bike wan her sal 50 qotî hingiv didan mudîriyeta perwerdeyê. Ew hingivê han ji mêşên ku di parka dibistanê de dihatin xwedîkirin, derdiket.DARA YUSIV

Di rojên niha de, piştî ku rêjîmê dibistaneke nû li rex a kevin ava kir, tenê hin şop li cihên dibistana kevin ma ye, parka wê jî ji aliyê şaredariyê ve hat sererastkirin û bi navê parka şehîd Cîhan tê nasîn.

Dara Yûsif ku şagirtê wê dibistanê bû û niha 70 salî ye, diyar kir ku şagirt heta refa pêncemîn fêr dibûn û bawername digirtin, ew bawername bi navê Sertefîka dihat nasîn. Li gor Yûsif bi dehan bijîşk, rewşenbîr û helbestvan di wê dibistanê de fêrî elfebeyê bûn.

Kalemêrê 70 salî da zanîn ku dibistana gund a bi navê Til Şerî dihat nasîn semboleke zanistê bû û gundê Til Şeîr navenda jiyana hevbeş bû, ji ber Kurd, Suriyan, Yehûd û Ereman lê dijiyan. Mînaka şênber ji vê yekê jî ku bavê wî, berpirsyariya du malên yahudî hilgirtibûn ser xwe û bi vî awayî rêjîm nêzî wan nedibû. Lê bi derbasbûna du salan re, rêjîmê çavtengî kirin û herdu malbat girtin û birin.

Dara Yûsif di dawiya gotinên  xwe de da zanîn ku gundê Til Şeîr di warê fêrkirin û zanistê de pêşeng bû, ko bo keçikên gund jî dibistaneke taybet hebû. Ji aliyekî din ve jî partiyên siyasî dihatin gund.

Ji bo zindîkirina bîranîna dibistanê, Dara daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku pirtûkxaneyek li cihê dibistanê ava bikin û bi vî awayî dê bîranîna dibistanê di mêjiyê nifşên bê de, zindî bimîne.

(nse)

ANHA

TIRBESPIYE-DIBISTANA-GUNDE-TIL-SEHIRE1 (2)