Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şoreşa 19 Tîrmehê  çirûska  Şoreşa Rojhilata Navîn e

NAVENDA NÛÇEYAN– Kongreya Star Şoreşa Rojava a 19`ê Tîrmehê pîroz kirin û bi çirûska Şoreşa Rojhilata Navîn pênase kir.

Kongreya Star bi boneya Şoreşa Rojava a 19`ê Tîrmehê bi daxuyaniyeke nivîskî pîroz kir û Şoreşa Rojava çirûska Şoreşa Rojhilata Navîn pênase kir.

Daxuyanî wiha ye:

ʺSalvegera şoreşa 19`ê tîrmehê em wek gelê Rojavayê kurdistanê bi ruhê berxwedanê pêşwazî dikin. Em dikavin sala şeşemîn a şoreşa gelan ku di 19 tîrmehê de li bajarê berxwedanê kokbanê hat destpêkirin, û li hemû bajarên Rojavayê kurdistanê belav bû. Di pêvajoya pênc salên şoreşê yên derbasbûyî de,  şoreşa gelan gelek destkeftîyênwatedar bi xwere derxiste holê, di serî de gel rêveberiya xweser  avakir û bû xwedî îrade ku dikare pêşeroja xwe diyar bike.

Di Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Surîye de, bi rengekî demokratîk hemû netew bi bawerî cihê xwe di sîstema rêvebirîyê de girtin û bûn xwedî biryar.di van salên şoreşê de azadîya çand, reman û tevgerî di asteke bilind de gel qezenc kir. Şoreşa Tîrmehê ne tenê gel ji sîstema desthilatdar ya BAAS xilas kir, di heman demêde ji gelek qalibên hişk yên ku bi salane li ser wan hatiyê ferz kirin ew xilas kirin, ev jî bi şoreşa civakî da çêkirin. Di serî de şoreşa jin ku  di asta pêşengîyê deye, û xwediyarol û misyoneke mezin ku di hemû qadên tekoşînê de cihê xwe girt, ji qada leşkerî heya qada sîyasî, Aborî,  çandî û civakî  bi rengekî aktîf tevlêbuna jinê ji tekoşînê re çêbû.

Ger mirov Şoreşa 19 tîrmehê wek çirûska  şoreşa Rojhilata Navîn pênase bike, wê  pênaseyeke di cih de bê. Di salên şoreşê de hişmendiya nijadperest a ku netew-dewletê li Surîyê wek feresetekê pejirandibû, di encama wê de pevçûnen nijadperest di asta herî jor de xwe dan û didin pêş. Ev feraset bi tekoşîna demokratîk hat pûç-kirin, niha li Rojava û Bakurê Surîyê netewên Kurd, Ereb, Suryan , Ermen û Çeçen bi fereseta neteweya demokratîk jiyaneke hevbeş dijîn. Di heman demê de bi rengekî hevbeş tekoşînê li dijî nijadperestî û faşîzima dewletdar didin meşandin.

Di piratîka pênc salan de Şoreşa 19 ê Tîrmehêbala gelek pêşengên şoreşger kişand ser cudahiya xwe a demokratîk, ev bu sedem ku  gelek şoreşgerên enternasyonal cihê xwe di vê şoreşê de bigrin û di enîyên herî pêş de bi erkên xwe yên şoreşgerî rabin, û şoreşa Rojava wek nimûneyeke sereke di pêşengîya pergala netewa demokratîk di Rojhilata Navîn de bibînin.

Em hîn di pêvajoya şoreşê de ne û bi rengekî herî radîkal li dijî zihniyeta faşîst a dewlet-perest tekoşînê didin meşandin. her çiqas gelek pêngavên bi wate hatin avêtin li dijî Çeteyên DİAŞ`ê lê heya niha jî deweletên ku li pişta hêza terorê êrîşî nirxên gelên me li Bakurê Suriyê dikin hene. Dewleta Tirk yek ji wan hêza ne,  ev demeke li ser sînorê kantona Efrînê çekên giran bi cih dikê û gelek leşker li ser sînor kom dike, her roj êrişî herêma Şehbayê û gundên Efrînê dike, ev mudaxeleya dewleta Tirk a leşkerî rê li pêşiya kûrbûna alozîya li Suriyê vedike. Lê çawa parzivanên sîstema demokratîk li dijî DİAŞ bi ser ketin,wê bi hemû hêza xwe li dijî êrişên Dewleta Tirk û hemû hêzên faşîst jî bi ser bikevin, ji ber ku ruhê Şoreşa Tîrmehê her diçe xurt dibe, ev ruh jî serkeftina demokaratîk misoger dike.

Li dijî êrişa deweleta tirk li ser kantona efrînê,  ku ev eriş dibê sedema kûrbûna alozîya li rojava û surîye , em bang li hemo hêzen navnetewî  û raya gîştî dikin da ku li dijî dewleta  tirk bibin xwedî helwest, û erkên xweyên mirovî pêk bînin.

Bijî Şoreşa 19`êTîrmehê

Kongra Star