Têkilî | Derheqê me de

‘Şoreşa  Rojava  komplo têk bir’

EFRÎN – Lîderên saziyên civaka sivîl ên Kantona Efrînê komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan şermezar kirin û gotin ku Şoreşa Rojava  komplo vala derxistiye.

Bi boneya salvegera 18`emîn a komploya 15`Sibatê, rêveberên saziyên civaka sivîl ên Kantona Efrînê ji ajansa me re axîvin û komplo şermezar kirin.BEAR SEMO

‘Gelê Kurd bi saya Ocalan xwe bi rêxistin kiriye’

Hevserokê Komeleya Êzidiyan Bîr Şamo li ser mijarê ev tişt anî ziman: ʺDestpêkê em komployê şermezar dikin. Komploya li dijî Ocalan armancên wê yên sereke têkbirina vîna gelê kurd e. Şoreşa gelê kurd ranawestiyaye û wê têkoşîna xwe ya li dijî hikumeta faşîst a Tirkiyê dewam bike. Gelê kurd bi saya Rêberê xwe Ocalan xwe bi rêxistin kir û tiştên ku Ocalan dixwastin ji bo gelan, pêk anîn.ʺ

‘Şerm e ku Rêberê aştiyê dîlgirtî be’MERIEM HNAN

Ji rêvebera Meclîsa Malbatên Şehîdan Meryem Henan  têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: ʺŞerm e ku Rêberekê ku aştiyê dixwaze û belav dike, dîl werê girtin. Şermeke din rêxistinên ku navê xwe kirine rêxistinên mirovahî li hemberî dîlgirtina Rêber APO bêdeng in. Em bang li rêxistinên mirovahî dikin ku li hemberî Rêberê APO erkê xwe pêk bînin.

‘Gelên Rojava li ser rêya Ocalan meşiyan’DLIL HESSEN

Ji Rêveberê Peymangeha Şehîd Viyan, Delîl Hesen de wiha axivî: ʺRoja 15`ê ji bo me wekî gelê Kurd rojeke reş e. ji ber ku gelek dewletan cihê xwe  di dîlgirtina Ocalan de girtin. Armanca komployê ew bû ku gelê Kurd neghêje azadiya xwe. Lê şoreşa Rojava komplo têk bir, ji ber ku gelên Rojava li ser rêya Ocalan meşiyan.ʺ

(kc/dc)

ANHA