Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Soz da û soza xwe pêk anî

FÎDAN EBDULLAH – NARÎN EMÎN

EFRÎN – Ebdulhenan belengazî dît, soz  da ku dema rewşa wî baş bibe, ew ê bi belengazan re bibe alîkar û soza xwe pêk anî.EFRIN-KAVE-EBDL-HENAN-GAVEK-MEROVATI-U-KIME 1 (7)

Welatiyê bi navê Ebdulhenan Mosaco (45) li bajarê Helebê ji dayîk bûye, niha jî bavê 5 zarokane û li gundê Bênê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê dijî.

Ebdulhenan ji ber rweşa malbatê, xwendina xwe terk kir û dest bi kar kir, da  alîkariya malbatê bike. Ebdulhenan li taxa Hulok a Helebê, dikaneke şêraniyê vekir û pê derbara xwe kir.

Lê piştî ku şoreşa Sûriyê dest pê kir, taxa Hulok rastî topbaraneke dijwar a komên çete hat. Ji ber vê Ebdulhenan terka mala xwe û dikana xwe kir û tevî malbata xwe koçî Kantona Efrînê kir.

Ebdulhenan du salan li gundê Bênê jiyan kir. Lê rewşa wî ya malbatî pir xerab bû, nikarîbû malekê ji malbata xwe re peyda bike û zarokên xwe yên nexweş bibe doktor.EBID HENEAN NOSACO

Ebdulhenan li Efrînê dest bi çêkirin û firotina şîraniyê kir û roj bi roj rewşa wî baş bû, niha jî dikanek ji xwe peyda kiriye û têde dixebite û berhemên xwe difiroşe hemû dikanên şîraniyê yên Efrînê. Li dikanê 15 xebatkar pê de dixebitin.

Dema ku Ebdulhenan belengazî dît, soz da ku dema  ku rewşa wî ya madî baş bibe, ew ê alîkariya hemû belengazan bike. Piştî ku rewşa wî baş bû, wî soza xwe bi cih anî û li ser dikana xwe pankarta ″Birayê delal eger tu dixwazî şîraniyê bikirî û pere gel te nînin, keremke ji xwe û malbata xwe re bê pere bigire″, nivîsand.

Ebdulhenan bang li hemû dikandaran kir ku wekî wî bikin û alîkariya belengazan bikin.

Şêniyên Kantona Efrînê derbarê vê yekê de, kêfxweşiya xwe anî ziman û gotin ev însaytfeke mirovî ye û hêvî kirin ku hemû dikandar wisa bikin.

(mm)

ANHA