Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Stasyonên têkiliyên Îranî-Emrîkî û senaryoyên pêşerojê

DOSYA

ALAN ROJ – SÎPAN SILO

NAVENDA NÛÇEYAN – Nakokiyên di têkiliyên Îran û Emrîkayê de car din vegeriyan qada navnetewî. Bi hatina Trum re aramî ji holê rabû û pêvajoyek nû ya aloziyê dest pê kir. Lê şerê devokî ku niha dest pê kiriye ew ê veguhere çi di pêşerojê de mijara ku rê li pêşberî senaryoyên nû vedike ye.TEKILIYE-DI-NAVBERA-EMRIKA-U-EYIRANE-DE (1)

Serokê Amerîka yê nû Donald Trump di pêvajoya propogandaya namzetî û hilbijartina xwe de xwe de daxuyanidbû ku ew ê danûstandinên dosyaya Nûklerî ya Îranê ya ku di serdema serokatiya Obama de pêş ketibû, ji nû ve veke. Trump di daxuyaniyên xwe de gotibû ku “Îran ji mafê xwe zêdetir sûd girtiye”. Her wiha niha Trump gefa ku ew ê Zîrevanên Şoreşger ên Îranê (Heres El-Sewrî) bixe lîsteya terorê de li Îranê xwaribû. Bi vê yekê re car din deriyê nakokiyên dîrokî yên di navbera herdu welatan de – ku di serdema Obama de hatibû nixumandin- ji nû ve vekir.

Têkiliyên herdu welatan

Têkiliyên Îran û Amerîkayê vedigere sedsala 18’emîn. Di sala 1883’yan de  Amerîka yekem şandeyê xwe Samuel Benjamin şand Îranê. Paşê di sala 1944’an de destpêkirina têkilyên dîplomatîk di navbera herdu welatan de bi awakî fermî hat îlankirin. Ev têkilî heya nêzî 10 salan di aliyê dîplomatîk û aborî de pêk dihatin heya ku di salên 1950’yan de dijminahiya fermi di navbera Îran bi serkêşiya Mihemed Misedeq û Brîtaniya de dest pê kirin.

Metirsiya Brîtanî û amerîkî yaw ê demê ew bû ku petrol Îranî ku weke çavkaniya yekemîn a aboriya Brîtaniya bû bê birîn û Îran berê xwe bide koalîsyona Soviyetê. Lewra Istîxbarata Amerîkî ya wê demê Misedeq ê ku amadekariyên derbeyekê dikir ji ser desthiladariyê girt û dîl girt.

Piştî hilweşîna Yekîtiya Soviyetê tirsa Amerîka ji Îranê zêde bû. bi taybet ku ya dawî bû sembolek “eniya îslamî” ya li herêmê. Amerîka hewl da ku rola Îran û Iraqê li herêmê sînordar bike. lê polîtîkaya wê bi şoreşa Îranî re têk çû. Lewra Amerîka giranî da destekdayîna Iraqê.

Di sala 1955’an de Serokê Amerîkayê Klînton qanûna bi navê Domato derxist û li gorî wê ceza li ser şirkeyên ku di ji bo petrolê bi Lîbya û Îranê re bazirganiyê dikin, birî.

Di buyerên 11 ‘ê Mijdara 2001’an de tirsa Amerîkî di daxuyaniyên Serokê Amerîkayê George Bush ku digot “Cîhan niha dabeşî du eniyan bûye. Yek koalîsyona şerê li hember terorê û ya din jî ya bi terorê re” de zelaltir bûn.

Lê belê DYE paşê vegeriya û li Afganistanê di şerê xwe yê li hember terorê de alîkariya Îranê xwest. Ev a dawiyê jî li hember Talîban û El-Qaîda desetek da şerê Amerîkayê û asîmanê xwe ji balafirên koalîsyonê re vekirin. lê ev hevkarî jî ji ber gelek nakokiyan hilweşiya.

Herî dawiyê di serdema duyemîn a serokatiya Barak Obama de têkiliyên herdu welatan ji “aram” derbasî “hevkariyê” bûn; bi taybet di dosyayên Sûriye, Iraqê û nûklerê de.

Di 16’ê Çileya 2016’an de, piştî ku Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê rapora xwe pêşkêş kir, cezayên navnetewî yên li se Îranê hatin rakirin.

Paşê DYA û Yekîtiya Ewropayê îlan kirin ku wan cezayên madî û aborî yên li ser bernameya Tehran a Nûklerê rakirin.

Hatina Trump

Lê bi hatina Trump a ji serokatiya DYE’yê re, rewş dijwar bû. têkilêyên herdu welatan car din aloz bûn. Trump dest pê kir cezayên nû li ser Îranê ferz kirin. qedexe kir ku li gel welatiyên 6 welatên ereban, welatiyên Îranê heya 3 mehan derbasî xaka Amerîkayê nebin.

Di vê navberê de keştiyek Emerîkî di ava Kendavê de rastî êrîşekê hat. Yekser tiliyên tewanbariyê dirêjî keştiyên Îranê yên li herêmê bûn.

Her wiha zimanê daxuyaniyên di navbera herdu welatan de tûjtir bû. herî dawiyê Trump gef xwar ku ew ê Hêzên Zîrevanên Îranê bixe lîsteya terorê de.

Senaryo

Bi vê rêzkirinê re, diyar dibe ku ew ê pêvajoya pêşiya me li hember gelek senaryoyan be ku ew ê tabloya leşkerî û siyasî ya herêmê biguherin.

Çavdêr dibînin ku tecrubeya Îranê ya avêtian fûzayê, ji aliyê Emerîkayê ve weke derketina li hember biryarên Konseya Ewlekariyê  û tîfaqa nûklerî, hat nirxandin. Lewra Trump xwest bi riya vê re car din dosyaya nûklerê li herêmê veke û gelek xalên polîtîk û aborî yên asî li herêmê vegerîne bazarê.

Lê li aliyê din jî, hin çavdêr dibînin ku Turmp bi van gavan re dixwaze bandora Îranê li herêmê kêm bike û rê li pêşiya firehkirina desthildariya Îranê li herêmê bigire. Lewra beriya hilbijartinên serokatiya Îranê Trump mesajên “gefxwarinê” ji hikumeta ku dê nû bê avakirin re dişîne da ku polîtîkaya xwe ya li herêmê biguhere û li gorî berjewendiyên Emerîkayê bihune.

Lê nêrînek sêyemîn jî derdikeve holê ku ev jî diyar dike ku aloziya di navbera herdu welatan de “seranser û şeklî ne” ji ber ku herdu welat jî li Rojhilata Navîn xwedî bandorek mezin in û berjewendiyên xwe pevre diparêzin. Lewra di “cewher” de herduyan lihev kiriye. Tişta niha pêk tê jî vekirina rê li pêşiya tîfaqên nû ku mumkine li herêmê rû bidin e; bi taybet di demek ku aloziya Sûriyê di navbera Emerîka û Tirkiyê de pirsgirêka nebaweriyê derxist holê. Ku Rûsiye hewl da Tirkiyê bikişîne aliyê xwe, vê yekê jî aciziyên Îranî bi xwe re anîn.

(ne)

ANHA