Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Sûka zebzeyan a Kobanê amade bûye

KOBANÊ – Şardariya Gel a Kobanê xebatên avakirina sûka zebzeyan a navendî bi dawî kir. Sûka nû hatiye avkirin li nêzî herêma pîşesazî ya li nêzî sînorê Bakurê Kurdistanê hatiye avakirin. Niha jî amadekariya buroyên kirîn û firotina tirmpêlan dikin.KOB-KARE-BELEDI ( (2)

Şaredariya Gel a Kobanê sûka zebzeyan li gundê Memîtê ku 6 kîlometreyan dûrî bajarê Kobanê ye ava kir. Şaredarî ji beriya 4 meh û nîvan ve jî xebatên avakirina buroyên kirîn û firotina tirmpêlan jî dike. Bi vê yekê da ku buroyên tirmpêlan ji nava bajar were derxistin, ji ber piraniya caran buroyên kirîn û firotina tirmpêlan qelebalixê çêdike. Bi taybet li kolana 48’an ev yek pêk hatiye.

Xebatên avakirina cihê buroyên kirîn û firotina tirmpêlan bi derdora 550 milyon lîreyên Sûriyê pêk hat, şaredariyê heta niha 8 kom amade kirin, di her komekê de 8 buro hene. Heta niha ji 104 buroyan 64 hatine amadekirin, niha jî buroyên din têne amadekirin, wê di demek nêzîk de ew jî amade bibin.

Di her buroyekê de odeya pêşwazîkirin, mitbex û serşokek heye. Dirêjbûna her yek buroyê 11 metir û firehiya wê jî 5 metre. Di xebatên avakirina 50 karker dixebitin.

Şaredariya Gel a Kobanê li aliyê din xebatên temîrkirina 46 dikanên din amadekirine, ew dikan li se 2 xetan hatine amadekirin û li nêzî herêma pîşesaziyê ya Kobanê ne.

(dc)

ANHA