Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Şûnwarên çiyayê Lêlûn ne tenê yên serdema Romaniyane

Dîmen

Nûrhat Hesen

EFRÎN – Çiyayê Lêlûn ya herêma Efrînê bi şûnwar û bircên xwe yên kevnar dewlemend e. Hin ji wan beriya zayînê û hin jî piştî zayînê hatine avakirin. Lê niştecihên vê deverê hemû şûnwaran bi serdemeke dîrokî ve girê didin, ew e ku di serdema desthilatdariya Romaniyan li herêmê hatine avakirin. Di heman demê de gelek nexşeyên li ser dîwar û kevirên şûnwarên herêmê piştrast dike ku gelek şaristanî di vê herêmê de hatine avakirin. Gelo gotinên welatiyan heta kîjan astê rast in.EFRIN-SUNWAREN-CIYAYE-LELUN-TENE-ROMANI-NE-GELO ‫(255328775)‬ ‫‬

Di lêvegera dîrokî de, diyar dibe ku hemû aliyên desthilatdariya herêma çiyayê Lêlûn kirine hewl didan her tiştên herêmê bi xwe ve girê bidin û hewl dan ku şûnwarên serdemên beriya desthilatdariya wan tune bikin. Şûnwarên li çiyayê Lêlûn bi taybet li gundên navçeya Şêrewa diyar dibe ku Romaniya hewl dane şaristaniyên li herêmê bi xwe ve girê bidin, ji ber vê yekê di nava welatiyan de belav bûye ku hemû şûnwarên vê herêmê yên Romaniyan e.

Bi sedan birc, perestgeh û dêr li vê deverê hene û piştrast dikin ku evan şûnwar ne tenê yên Romaniyan e, lê belê Yûnanî, Mîtanî û Zardeştî jî hene, ev dever ji gelek çand û şaristaniyan heta dema me ya niha pêk tê.

Şûnwar û nexşe

Dema ku mirov serdana çiyayê Lêlûn a herêma Efrînê dike rastî gelek şûnwarên cûda tê, her wiha li ser van şûnwaran jî çên û nexşeyên cûda yên gelek serdeman hatine çêkirin.

Li gundê Beradê, Bircheyderê û Fafertînê yên navçeya Şêrewa ku li çiyayê Lêlûn dikevin, gelek birc, dêr û perestgeh hene û li ser wan nexşeyên weke xaç hatine çêkirin, her wiha şêwazên gilover ên weke rojê hatine nexşandin.SELAHALDIN SENO

Gelek nîşandeyên van nexşeyan hene, ji bo evan nexşe bêne nasîn Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) hevdîtinek bi pisporê şûnwaran û endamê karkeriya Şûnwaran a kantona Efrînê Selahedîn Sîno re pêk anî.

Di derbarê mijarê de Sîno destnîşan kir ku şûnwarên çiyayê Lêlûn vedigerin gelek serdeman û ne tenê girêdayî serdemeke dîrokî ne û wiha got: “Evan Şûnwarên girêdayî gelek serdemên dîrokî ne û gotina welatiyên deverê ku dibêjin tenê yên Romanî ne, ne rast e. Di salên navbera 232 -356’an a beriya zayînê Iskenderê Mezin êrîşî vê herêmê kiriye. Romaniyan jî di sala 64’an piştî zayînê desthilatdariya vê herêmê kirine. Li rex van jî Yûnaniyan serweriya herêmê kirine. Her wiha gelên Arî jî di serdemên kevnar de li vir jiyan kirine.”

Sîno da zanîn ku piraniya nexşeyên li ser van şûnwarên çiyayê Lêlûn hatine çêkirin ên rojê ne û axaftina xwe wiha domand: “Roj li ser piraniya dîwaran hatiye nexşekirin, evan şûnwar vedigerin bi hezaran salên berê û niştecihên vê herêmê îbadeta rojê dikirin, ji ber ku ronahî û germahiya wê bingeh ji xwe re digirtin. Her wiha roj li gelek herêmên cîhanê pîroz e û bi taybet di nava gelên Arî de, ew jî Kurd û Faris in.”EFRIN-SUNWAREN-CIYAYE-LELUN-TENE-ROMANI-NE-GELO ‫(255328780)‬ ‫‬

Xaç û cûreyên wan

Li ser dîwarên kevnar gelek cûreyên xaçan hene, lê piraniya wan xaçên bi niçikên weke hev in. Sîno girêdayî vê yekê wiha şîrove kir: “Ev xaç xaçên Mîtaniyan e û Mîtanî jî miletekî ji gelên Arî ye. Xaça Mîtanî gelekî ji xaça xiristiyanên niha kevintir e û ew li ser piraniya dîwar, birc û perestgehên çiyayê Lêlûn hatiye nexşandin.”

Sîno got ku ti girêdana vê xaçê bi çanda xiristiyanî tune ye, xaç sembolekî cîhanî ye û ne girêdayî ol yan mezhebekê ye û wiha domand: “Welatiyên Efrînê jî xaçekê li ser eniya zarokên xwe xêz dikin û diyar dikin ku bi vê yekê zarokên wan ji nexweşiyan tên parastin. Nemaze gelek jêder diyar dikin ku xaç tê wateya çar hêmanên pîroz ‘Av, Ba, Agir û Ax”

Sîno da zanîn ku nivîskar Fîlîp Sêrîng di pirtûka xwe ya bi navê “sembolê huner, ol û jiyanê” de diyar dike ku gelek cûreyên xaçan hene û ew jî ev in: “xaça bi niçikekî gilover, xaça bi şêwaza gulekê, xaça keşe Andirê, xaça xiristiyanan û xaça lihev badayî, nemaze xaça nazîzma Almanî.”

Sîno di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Eger gelên herêmê ne xwedî şaristaniyeke xurt bûna, dê li ser vê erdê tune bibûna, nemaze ji ber êrîş û dagirkeriyên dubare, hemû ji herêmê derketin û tenê gelê resen di cihê xwe de ma.”

Li gundê Kîmarê yê heman navçeyê jî avahiyeke kevane weke perestgehekê heye û li jora kevaneyê du balendeyên weke tawûs hMOUSTFA SAM TEBUatine çêkirin û navbera van balendayan de jî roj hatiye çêkirin û di nîvê rojê de xaçeke bi niçikên weke hev hatiye nexşandin. Di derbarê vê nexşeyê de jî nûçegihanê ANHA’ê ji Yekîtiya Êzdiyan pirsî. Serokê buroya têkliyan a girêdayî Yekîtiya Êzdiyan Mustefa Şam Nebo got ku ev perestgeh perestgeheke Êzdî ya kevnar e.

Nebo got ku ev perestgeh yek ji perestgehên herî kevnar li herêmê ye û dîroka avakirina wê vedigere 1600 sal beriya zayînê. Di salên beriya aloziya Sûriyeyê de, şandeyeke Fransayê ku ji aliyê dîroknas Gelengo (Glencoe) ve dihat birêvebirin, wan jî piştrast kir ku ev perestgeh 1600 sal beriya zayînê hatiye avakirin.

Şîrovekirina nexşeya perestgehê

Şam Nebo di derbarê nexşeya li jora perestgehê de wiha got: “du tawûsên li hemberî hevûdu hene û di nava van tawûsan de roj û giloveriya zemînê hatiye çêkirin û di nîvê wê de jî xaçeke bi niçikên weke hev hatiye nexşandin, ew jî xaça Mîtaniyan e.”

Weke tê zanîn balendeya tawûs li ba pêkhateyên zardeştî pîroz e û weke melaîkeyekê ku wekîlê Xweda li ser erdê ye tê destgirtin. Nexşeya gilover jî giloveriya zemînê nîşan dide, her wiha niçikên weke tîrêjan jî hatine nexşandin ew jî nîşana rojê ye. Welatî di wê serdemê de îbadeta rojê dikirin û pîroz didîtin.EFRIN-SUNWAREN-CIYAYE-LELUN-TENE-ROMANI-NE-GELO ‫(1)‬

Li aliyekî din ev xaça Mîtanî gelek nîşanên wê hene, ew nîşana çar hêmanên pîroz dike (Av, Ba, Agir û Ax) her wiha her çar aliyên cîhanê nîşan dide (rojava, rojhilat, bakur û başûr) li aliyekî din jî ev xaç sembola wekheviyê ye.

Serokê buroya têkliyan a girêdayî Yekîtiya Êzdiyan Mustefa Şam Nebo di dawiya axaftina xwe de got ku hemû şaristaniyên li ser vê axê jiyan kirine hewl didan her tiştên herêmê bi xwe ve girê bidin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev herêm di serdemên cûda de rastî êrîş û dagirkeriyê hatiye, hemû aliyan hewl dane ku serweriya xwe li ser vê ciyografiyê ferz bikin û her tiştên herêmê bi xwe ve girê bidin, lê gelên li ser vê erdê jiyan kirine muhra xwe hiştin û niha nîşana şaristaniya wan didin.”

(jh)

ANHA