Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Suryanên Bakurê Sûriyê qurbaniyên komkujiya Sêmêlê bibîr anîn

Dîmen

QAMIŞLO – Suryaniyên bajarê Qamişlo bi boneya salvegera 84`an a komkujiya Sêmêlê hemû qurbaniyên komkujiyê bibîr anîn. Komkujî sala 1933`an derheqê Aşoriyên Iraqê pêk hat.QAM-MEXBUREN KOMKUJIYE RANA ‫(42533378)‬ ‫‬

Duh 84`emîn salvegera komkujiya Sêmêlê ya derheqê gelê Aşorî ya Iraqê bû. Komujî di sala 1933`an de pêk hat, li gor rayedarên Suryanî di encamê de bi 10 hezaran jin û zilam jiyana xwe ji dest dan. Cimiyeta çandê ya Siryanî ya bajarê Qamişlo di civînekê de komkujî şermezar kirin û qurbaniyên komkujiyê bibîr anîn.

Gelê Suryanî û Aşorî yên bajarê Sêmêlê û gundên derdora lîwaiê Mûsilê (bajarê Dihokê û Nînewa ya niha) ku Siryan û Aşorî yên Iraqê li wêder bûn, di sala 1933`an derastî komkujiyê hatin.

Di komkujiyê de, zêdeyî 10 hezar jin , zarok û zilamên Aşorî hatin qetilkirin û zêdeyî 15 hezar Siryanî û Aşorî di çemê Dîcleyê re koçberî Sûriyê bûn. sala 1933`an çekên wan hatin standin û şandin herêma Xabûrê.

Civîn di baregeha Cimiyeta Çandê ya Siryanî de hat lidarxistin. Di civînê de, gelek siryan, kurd û ereb , her wiha Cîgirê Serokê Partiya Yekîtiya Siryanî Senherîb Bersûs , Cîgirê Desteya Perwerde ya Herêma Federal a Cizîrê Hena Hena Somî, Rêveber û Endamên Patiya Yekîtiya Siryanî amadebûn.

Salona Civînê bi wêneyên Şehîdên Siryanî û alê Saziyên Sivîl û Leşkerî yên gelê Siryanî hatie xemilandin.QAM-MEXBUREN KOMKUJIYE RANA ‫(1)‬ ‫‬

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser navê Cimiyeta Çandê ya Siryanî Hena Somî axivî û wiha got:ʺEm spasiya amadebûna we ya mirovahî, her wiha piştgiriya we ji xwediyê şaristaniya mezin a tavahî Rojhilata Navîn gelê Asûrî yê mezin re dikin. piştî serbixwebûna Iraqê di sala 1932`an de gelê Siryanî daxwaza mafê xwe yê çandî yê rew kiriye û daxwaza jiyana aram û aştiyane di komên niştecîbûnê yên layiqî jiyanê kiriye.ʺ

Li ser navê Partiya Yekîtiya Suryanî Robîl Beho axivî û got: ʺDi despêka sedsala 20`an de gelê Siryanî Aşorî Kildanî rastî qirkirinê hat. Rastî komkujiya Sêfo ya Diyar Bekr û Tor Abidîn û Ormiyê, heta komkujiya Sêmêlê hat. Komkujiya Sêmêlê derbeyek mezin li gelê Siryan, hebûn û nasnameya wê da. Her wiha derbe li daxwazên wê yên rewa jî da ku heta niha bandora wê ya negetîv ên demografîk, piskolojîk û civakî li gelê Siyanî bûye.ʺ

 

Helbestvan Hena Hena jî helbestek bi navê ʺSêmêl rojbûneke nû yeʺ pêşkêş kir ku behsa komkujiya derheqê gelê Siryanî yê Iraqê dike.

Civîn bi pêşandana sînevizyonekê li ser detayên komkujiya Sêmêl ya derheqê gelê Siryanî de, bi dawî bû.

(rr)

ANHA