Têkilî | Derheqê me de
ANHA

SYPG: Li dijî dagirkerî û îxanetê bijî Newroz

NAVENDA NÛÇEYAN – SYPG`ê got:” Li dijî dagirkirî, mêtingerî, desthilatdariya zilam, zilm û zextê dengê azadiya gelên bindestan her roj bilind dibe. Hêviya rojên azad bi hatina biharê re weke agirê Newrozê di dilê hemû azadixwazan de geş dibe”.

Sazıya Yekîtî û Piştgiriya Gelan  bi boneya cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Li dijî dagirkirî, mêtingerî, desthilatdariya zilam, zilm û zextê dengê azadiya gelên bindestan her roj bilind dibe. Hêviya rojên azad bi hatina biharê re weke agirê Newrozê di dilê hemû azadixwazan de geş dibe. Newroz, ji bo gel û bindestên Rojhilata Navîn li dijî Dehaqên demî roja berxwedan û serhildanê ye. Roja mîlada afirandina roj û jiyanek azad e. Gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya dehan salan li dijî Dehaqên xwe li ber xwe da. Ew berxwedan îro gihîşt asta azadiya têkoşîna gelên Rojhilata Navîn. Gelê Kurd û Tevgara Azadiya Kurdistan ji bo hemû gelên bindest ên Rojhilata Navîn li dijî dagerker, mêtinker, xwanxwar, kujer, xayîn û nokeran bûye Kawa ya demî. Gelê Kurd, bi gelên Rojhilata Navîn re bi şoreşa Rojava, bi avakirina Xweseriya Demokratîk ber bi Kurdistana azad, bi avakirina pergala Federaliya Demokratîk deriyê şoreşa gelan a Rojhilata Navîn vedike. Ji bo hemû gelan Federaliya Demokratî ya Rojhilata Navîn şîn dibe.

Cangorî û şoreşgerên gelan, bi rihê Kawa li dijî hovîtiya dijminê mirovatiyê bi canfîdayî şer dikin. Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmen, Çeçen, Mesîhî, Êzidî, Ermen… ji Reqqayê heta Şêngalê, ji Efrînê heta Dêra Zorê ji bo azadkirina mirovên bindestan, ji bo rizgarkirina axên ku hatiye dagirkirin bi lehengîyek dîrokî canê xwe feda dikin.

Newroz herî zêde ji bo gelê me yê Êzidî hêvî û bawerîyek nû diafirîne. Heta niha li dijî fermanê Dehaqan û nokerên wan li ber xwe dayî; hebûn, bawerî û çanda xwe parastiye. Îro jî gelê me yê Êzidî bi dayîkên xwe, bi şervan û dostên xwe li dijî dewleta Tirk a dagirker û nokerê wî PDK û çeteyên wî li ber xwe dide. Em weke SYPG herdem ligel gelê me yê Êzidî ne. Em Newroz û berxwedana wan silav û pîroz dikin.

Di keseyeta Mazlum Dogan û şehîdên Newroza Hesekê ya 2015’an de hemû şehîdên Newrozê bibîr tînin û bejna xwe li ber têkoşîna wan ditewînin.

Newroza şervanên azadîyê, malbatê şehîdan, birîndarin me, gel û bindestên Rojhilata Navîn û cihanê pîroz dikin.

Bijî berxwedana Şêngal a li dijî Dehaqên demî!

Bimre Îxanet Bijî Yekîtî û Piştgiriya Gelan

Bijî Têkoşîna Azadiya Gelan

Newroz Pîroz Be”.

(kc)