Têkilî | Derheqê me de
ANHA

SYPG: Şoreşa Rojava hesabpirsîna komkujiya ne

NAVENDA NÛÇEYAN – SYPG`ê got:”Şoreşa Rojava şoreşa hesap pirsina hêzên ku li ser xaka Rojhilata Navîn komkujî û qirkirinan pêk anîn e”.

Bi boneya salvegera 29`emîn a komkujiya Helebçê Sazıya Yekitî Û Piştgiriya Gelan (SYPG) daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Gelê Kurd û hemû gelên herêm gelek caran bi komkujî û qirkirin re rû bi rû man. Di van komkujî û qirkirinan de milyonan kes hate qetilkirin, li cih û warê xwe bi zorî hate koçberkirin. Hinek gel û bawerî tûnebûn, hinek jî niha bi hebûn û tûnebûnê re rû bi rû ne. Her komkujî û qirkirin di dilê gelan û mirovatîyê de weke kul û êşek herdem mayî û wê bimîne. Ji wan yekî jî komkujî û qirkirina Helebçê yê ku tu car nayî jibîrkirin, e.

Artêşa rejîma Iraq a dagirker û xwînxwar û Dehaqê wê Saddam Hêseyîn, 28 sal berê bi çekên kêmawî komkujiya Helebçê pêk anî.  Balafirên artêşa rejîma Iraqê, di 16’ê Adara 1988’an de li Başûrê Kurdistan bajarê Helebçeyê bi çekên kîmawî bombabaran kir. Piraniyan wan zarok û jin, zêdetirî 5 hezar mirov hatin kuştin, hezaran hatin wendakirin, 10 hezar mirov birîndar bûn, bi 10 hezaran gelê Helebçê koçber bûn. Hîn jî bandora çeken kîmawî li ser tenduristiya mirovan teserî xwe dike. Zarokên tên dinê, ji sedema çekên kîmawî bi pirsgirikên tendurîstî re têne dinê.

Ew komkujî û qirkirina ji aliyê hêzên emperyalîst, dagirker, xwînxwar û hevkarê wan ên ku li dijî têkoşîna azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn in, pêkhat. Lê, belkî îro navê wan ne Seddam e! DAIŞ, Esad, Tayîp Erdogan e. Dîsa jî hemû  kiryarên wan ên dij-mirovahî gelê Kurd bi gelên din re li ser xaka Kurdistan û Rojhilata Navîn şoreşa gelan pêş dixe. Em dikarin bêjin ku Şoreşa Rojava şoreşa ji hesap pirsina hêzên ku li ser xaka Rojhilata Navîn komkujî û qirkirinan pêk anîn, e. Îro jî li ser xaka Şêngalê li dijî gelê me yê Êzidî planên komkujiyê tên amadekirin. Mixabin di vê plana dewleta Tirk a dagirker û kujer de partî û kesayetên Kurd jî hene. Ew îxanet e. Baweriya me ew e ku gelê me yê Başûr ên ji komkujî û qirkirina Helebçe rizgarbûne, ew ê rî li ber vê komkujî û îxanetê bigirin.

Em weke SYPG’ê, di 29. salvegera Komkujiya Helebçê de, hemû hêzên dagirker, mêtînger û kujerên gelan bi tundî şermezar dikin. Banga me li tevahiya gelên Rojhilata Navîn ew e ku, li dijî êrîşên ku niha li ser gelan bi taybetî li ser gelê Êzidî tên meşandin, dengê xwe bilind bikin. Di keseyeta Helebbçê de li dijî tevahiya qirkirinan bi rihê Şoreşa Rojava û berxwedana Şêngalê bi yekîtî û piştgiraya gelan li dijî pergalên kujer, dagirker, faşîst têkoşînên xwe wekê agira Newrozê em ê geş bikin.

Em ê komkujiya Helebçê ji bîr nekin!

Şehîdên Helebçê namirin”.

(kc)