Têkilî | Derheqê me de
ANHA

SZKʹê 15ʹê Tebaxê pîroz kir

DÊRÎK – Saziya Zimanê Kurdî(SZK) ya herêma Dêrîkê ya herêma Cizîrê bi boneya salvegera pêngava 15 Tebaxê şahiyek lidar xist û 400 bawernameyên asta yekemîn û duyemîn belav kir.DRK-SAHIYA-SAZIYA-ZIMAN (2)

Saziya Zimanê Kurd li herêma Dêrîkê bi nêzîkbûna salvegera Pêngava  15ʹêTebaxê  şahiyek lidar xist. Hevserokê Meclîsa Rêveber a Sîstema Fedraliya Bakûrê Sûriyê Mensûr El-Selûm jî di nav de bi sedan welatiyên herêma Dêrîkê amade bûn.

Şahî li parka Vejîn hate lidarxistin. Park  bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, Fermandar Egîd û alên kurdî  hetibû xemilandin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pêkir, piştre Kordînesyona Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Viyan Cûdî axivî û wiha got: “Bi nêzikbûna 15 `ê Tebaxê ku Fermandar Egîd dest pêkir, em bawernameyên asta yekemîn û duyemîn belav dikin. Hemû pîlanên ku li dijî gelê kurd dihatin meşandin vala hatin derxistin. Em bi saya vê pêngava dîrokî îro xwedî gelek destkeftiyên mezin in.”MINSUR SILU

Di berdewama şahiyê de Hevserokê Meclîsa Rêveber a Sîstema Fedraliya Bakûrê Sûriyê Mensûr El-Selûm û bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan li Dêrîkê Mihemed Ebdilezîz axivîn û dane zanîn ku serkeftina mezin ku îro têne jiyankirin bi saya berxwednaa pênava 15ʹê Tebaxê ye pêk hatine.

Di axaftina de her wiha 15ʹê Tebaxê li hemû gelê herêmê û şervanên YPG û YPJ û QSDʹ hate pîrozkirin.

Piştî axaftinan bawernameyên asta yekem û duyem li xwendekaran hate belavkirin. Paşê sînefizyonek li ser naveroka 15ʹê Tebaxê hate pêşkêş kirin.

Şahî bi stran û dîlanên koma Cûdî ya girêdayî navenda çand û huernê bi dawî bû.

(jo)

ANHA