Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Tabloyên mozayîkê rastiya herêmê vedibêjin

ZANA SEYDÎ

KOBANÊ – Tablo û şûnwarên hatine vedîtin û ji bin erdê hatine derxistin şaristaniya gelên Bakurê Sûriyeyê vedibêjin. Evan şûnwar jî bi saya hêzên şoreşger cara yekmîn tên parastin.KOBANE-LEWHATEN-FILIKRPRI1 (3)

Li Mezopotamiya, Hîlala Zêrîn, berav û bakurê Sûriyeyê û herêmên başûrê Bakurê Kurdistanê beriya bêtirî 12 hezar sal cara yekemîn mirovan civakbûyîna xwe di nava kilanan de ava kirin, nemaze ji ber ku di her çar demsalan de av dihat peydakirin û di hemû aliyên jiyanê de ev herêmê hêjayî avakirina jiyanê bû.

Çandinî, nivîsandin, xwedîkirina sewalan li vê herêmê dest pê kir û êdî Mezopotamiya bû destpêka jiyana hevkarî û komînal. Bi hezar salan impratorî û şaristaniyan li ser dewlemendiya vê herêmê şer kirine.

Heta roja me ya niha li rex aloziya ku herêma Rojhilata Navîn têre derbas dibe û bêyî ku hegomoniya sîstema capitalist û fikra liberal li ser civakan di ber çavan re were derbaskirin, gelên herêmê ji bo rastiya dîroka xwe vebêjin têkoşîna xwe didomînin. Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê de ku ev bêtirî 6 sal in berdewam e gelek kom û tabûrên ku alîkariya xwe ji hêzên tarî werdigirtin, hewl dan rastiya dîrokî berûvajî bikin û di vê çarçoveyê de gelek cihên dîrokî û şûnwar hilweşandin, her wiha gelek bermahî û tabloyên mozayîkê firotin dewletên Ewropa.

Dibe ku hin kes bipirsin gelo evan tabloyên mozayîkê li vê herêmê tên vedîtin? Sûriye û bi taybet bakurê wê herêmeke bi tabloyên mozayîkê dewlemend e û girêdayî gelek serdemên weke serdema Yûnaniyan, Romaniyan û Bîzantiyan e ku serweriya xwe bêtirî 700 sal li herêmê kirin. Li vê herêmê her wiha gelek şaristanî hatine avakirin û di ser vê herêmê re gelek serdemên dîrokî derbas bûne.KOBANE-LEWHATEN-FILIKRPRI1 (6)

Beriya kêmtirî du mehan şervanên Yekîneyên Parastina Gel li bajaroka Şiyox jêrîn (Şêxler) tabloyeke mozayîkê ku vedigere serdema Romaniyan bi dirêjahiya 3 mîtreyan û panbûna 2 mîtreyan vedîtin. Vê yekê hişt ku karîgeriya şûnwaran a kantona Kobanê bi hevkariya Desteya Şûnwaran a herêma Cizîrê ji bo ev tablo were parastin di 8’ê Gulana borî de hate rakirin û Rêveberiya Xweser a Kobanê ragihand ku li aliyê rojhilatê çemê Feratê hatiye vedîtin û li ser tabloya mozayîkê Paşaya Hêlîn di dema piştî şerê Troy de ya di navbera Girîk û Toryîyan de nêzî 1200 sal beriya zayînê hatiye nexşandin.

Şervanên YPG’ê her wiha gelek cihên dîrokî, keleh û şûnwar ji destên çeteyan rizgarkirin. Ji van deverên ku şervanan rizgarkirine ev in: “Keleha Nicim (Stêrk) ya li rojavayê çemê Feratê ya li nêzî bajaroka Sirrîn, keleha Cehber ku di sala 1168’an de hatiye avakirin, keleha Hîraqil ya li rojavayê bajarê Reqayê û dîroka avakirina wê vedigere serdema Raşîdînan.”KOBANE-LEWHATEN-FILIKRPRI1 (1)

Bi saya van tabloyan êdî rastiya ku hikûmetên li pey hev ev rastî vedişartin eşkere dibe. Nemaze van hikûmeta bi siyasetên xwe yên dagirkerî û dîtatorî rastiya dîrokî jî berûvajî kirine. Bi saya vedîtin û lêkolînên rasteqîn hemû aliyên hewl didin dîroka gelên herêmê reş bikin hildiweşin.

(jh)

ANHA

KOBANE-LEWHATEN-FILIKRPRI1 (2) KOBANE-LEWHATEN-FILIKRPRI1 (5)