Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Taxa El-Meşleb piştî serdema mirinê vejandina xwe ragihand

Dîmen

EHMED SEMÎR

REQA – Welatiyên taxa El-Meşleb piştî ku vegeriyan malên xwe û xaniyên xwe ji bermahiyên çeteyan paqij kirin, biryar girtin ku rûpela xwîndar a serdema çeteyên DAIŞ’ê ji dîroka xwe bitewînin û serpêhatiya xwe ji bîr bikin lê dijminê xwe ji bîr nekin. Bi vê yekê welatiyan jiyana xwe piştî serdema mirinê ragihandin.

Piştî bajarê Reqayê bi temamî ji destên çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin, yekemîn taxa ku ji mayînên çeteyan hatiye paqijkirin taxa El-Meşleb e. Bi vê yekê welatiyên vê taxê jî tavilê berê xwe dan malên xwe û xaniyên xwe ji bermahiyên çeteyan paqijkirin û jiyana xwe ji nû ve vejandin. Welatiyên taxê êdî dûrî pîvan û qanûnên DAIŞ’ê bi awayekî azad jiyana xwe ji nû ve dest pê dikin.

“Di jiyanê de tiştên ku pêkan e bêne sererastkirin hene”, mînaka vê yekê jî welatiyên taxa El-Meşleb in, bi pêşbînî û israreke xurt dûrî hovîtiya çeteyan jiyanê diafirînin û bi israr rihê jiyanê di taxê de vedijînin.

Piştî dagirkeriya çeteyan li ser bajêr ku bêtirî 3 salan dom kir, hêzên Sûriya Demokratîk bersiva banga welatiyên bajêr da û ew ji çeteyan rizgar kirin.

Di bajêr de şer û pevçûnên giran rû dan û di encamê de ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê gelek dever li pey xwe hilweşandin, tevî vê yekê taxa El-Meşleb jiyana xwe ji nû ve dest pê dike, nemaze piştî ku qirêjiya çeteyan ji ser xwe paqij kir.

Di taxê de niha tevgera welatiyan di nava kolanan de weke berê vegeriya ye û êdî dukandar jî dukanên xwe li pêşiya welatiyan vedikin. Welatiyên taxê bermahiyên çeteyan kom dikin û dişewitînin. Ji aliyekî din ve êdî minareyên mizgeftan banga îbadetê dûrî hovîtiyê dikin.

Di kolanan de her wiha zarokan dilîzin û rûkenî ji ser rûyê wan naçe, bi taybet piştî ku ev demeke dirêj e tax ji van dîmenan ji ber hovîtiya çeteyan bê par mabû. Çeteyan li ser van kolanan welatiyên sivîl li pey siwareyên xwe dixuşandin û serjê dikirin.

Ji aliyekî din ve, dema ku em di nava kolanan re dimeşiyan şervanekî YPG’ê bi zarokekî re dilîst û zarok jî çîrokên hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê jê re vedigotin.

Niha piraniya welatiyên taxê bi sererastkirina xaniyên xwe mijûl in û derî û pencereyên xwe sererast dikin. Her wiha panzêrên avê jî di nava taxê re diçin û pêdiviya welatiyan a avê peyda dikin.

(jh)

ANHA