Têkilî | Derheqê me de

Taxa Yermûk û 500 sivîl hatin rizgarkirin

LEZGÎN

REQA – Li taxa Yermûk  hat rizgarkirin, li gelek taxên bajêr pevçûnên dijwar rû didin û 28 çeteyên DAIŞ′ê hatin kuştin. Ekîpên taybet jî zêdeyî 500 sivîl rizgar kirin.

Şervanên QSD′ê ji şevê din ve li eniyên rojhilat û rojavayê bajarê Reqayê pêşve diçin. Di pêşveçûna şervanan de taxa Yermûk a dikeve rojavayê bajêr hat rizgarkirin. Her wiha şerekî dijwar rû didin, 16 çeteyên DAIŞ′ê hatin kuştin, cenazeyên 7 çeteyan ketin destê şervanan û  du erebeyên bombebarkirî hatin rûxandin.REQA-TAXA-YERMUK-HAT-RIZGARKIRIN1 ‫(1)‬ ‫‬

Li taxa Reqaya Kevin jî li derdora mizgefta Etîq a dîrokî pevçûnên dijwar rû didin, 8 çete hatin kuştin ( di nav de du sekvan) û erebeyeke doçika li ser barkirî jî hat rûxandin.

Li taxa Rewda ya dikeve bakur rojhilatê bajêr jî pevçûn didomin, 4 çete hatin kuştin û hejmarek çete  birîndar bûn.

Li aliyekî din jî ekîpên taybet ên girêdayî QSD′ê zêdeyî 500 welatiyên Reqayê ji dorpêça çetayan a li ser taxên Teyar û Deriye rizgar kirin. Li taxa Reqaya Kevin jî 50 sivîl hatin rizgarkirin.

Li taxên bajêr pevçûn didomin û balafirên koalisyona navneteweyî noqteyên çeteyên DAIŞ′ê bombebaran dikin.

(mm)

ANHA