Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Tê gotin cenazeyê Elî Abdullah Salih hate veşartin!

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî çavkaniyan koma bi navêʺEnsar ElahʺElhûsî cenazeyê serokê berê yê Yemenê Elî Abdullah Salih veşartine.

Çavkaniyan ji malpera ʺMeşhed Yemenîʺ re raghandin ku cenazeyê Elî Abdullah Salih di nava bê dengiyekê de û qedexebûna rakirina telefona bi destan, hatiye veşartin.

Li gorî heman malperê cenaze bi şev û bi amdebûna 5 kesên ji xizmên Salih, hatiye veşartin. Her wiha malperê raghandin ku derbarê tekezkirina agahiyan, ji tu çavkaniyên din agahî negirtine.

(bx)

ANHA