Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Tebqa di aliyê pîşesazî de gavan davêje

TEBQA – Werşeya çêkirina lûleyên sobeyan (borî) li stasyona tirimpêlan a li rojavayê bajarê Tebqayê dest bi karê xwe kiriye.

Ev werşeya hanê ku ji çend karkeran pêk tê, lûle û uksên sobeyên ku li ser maoztê têne vêxistin çêdike.

Destpêkê sacên hesin ji bajarê Minbicê dikirin, piştre derbasî alava tewandinê dikin û piştre ji bo gulover bibe derbasî alaveke din jî dikin. Herî dawî jî herdu aliyên sacê ku hatiye tewandin bi hev têne lihîmkirin.

Ev werşe rojane ji 500 hetanî 600 lûle û nêzî 300 uksên sobeyan çêdike û li dibistan û saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Tebqayê belav dike. Tişta ku zêde dimîne jî, li derveyî Tebqayê tê firotin.

(he)

ANHA

TEPQA-CEKIRNA-LULIEN-SOBEYAN (3) TEPQA-CEKIRNA-LULIEN-SOBEYAN (2)