Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Tebqa ji damezirandinê û heta rizgakririnê – 1

DOSYA

TEBQA- Li gorî lêkolînên dîrokî û axaftinên di nava welatiyan de ku li ser Tebqayê têne kirin, tê gotin ku Tebqa kaniyeke stratejîk ku genim lê dihat komkirin û ji wir jî di riya Firatê re ber bi Kendava Ereban û Hindistanê, Yemen û Emanê ve dihate birêkirin. Gelo dîroka herêm tê re derbs bû çiye?

Dîroka Tebqayê beriya  1968TEPQA-DOSIYA (11)

Dîroka bajarê Tebqa wekî bajar ne gelekî kevine, bi teybet beşê bajar ê nû ku niha navê Sewra lê hatiye kirin. Ev beşê bajar beriya sala 1968’an nîn bû. Dîroka bajar beriya wê çawa bû? beriya wê demê tenê beşê kevin ê bajar ku navê bajarê kevin an jî gund lê tê kirin hebû. beriya wê demê li Tebqayê tenê gundek ku ji çend malan pêk tê û zeviyên li ber avê hebûn. Di heman demê de keleha Ceber ku di aliyê dîrokî de pê ve girêdayî ye.

Dîroka Keleha Ceber ji kengî ve ye?

Heta niha dîroka Keleha Ceber a rastîn ne hatiye zanîn, lê hemû daneyên têne gotin ku beriya zayînê hatiye çêkirin. Tê gotin ku kesekî navê wî Ceber Bin Sabiq El-Quşeyîrê keleh temîr kir û ew ji xwe û malbata xwe re kir wekî navend. Ev rewş heta ku Melekşah Eleb Erselan ê Selcûqî di sala 1086 ê zayînê de keleh bidest xistin.

Xaçperestan ne dikarîn kelehê bixin bidestê xwe, li ber dergehê Kelehê Fermandar Îmad El-Dîn El-Zengî hate kuştin, kurê wî Nûredîn Zengî di sala 1146’an de keleh kir birêve bir. Di sala 1260 yî de jî Eyûbiyan keleh bidest xistin û Mengoliyan Keleh bi erdê re kirin yek. hemû zevî û darên derdorê şewitandin. Paşê jî Mamlîkên Kezexê careke din ew vegerandin, ev rewş heta hatina Sultanê Osmanî Selîmê yekem dewam kir. Selîmê Yekem Tebqa bi Eyaleta Helebê ve girêda. Ev rewş heta dagirkeriya rojavayê hate herêmê dewam kir.

Di wê demê de Birîtaniya û Firansa ji aliyekî ve û Elmaniya ji aliyekî din ve di nava hewldanan debûn ku herêmên ji Osmaniyan hatine qutkirin bi ser xwe ve berdin. Di peymana Sayces Picot ya sala 1916’an de Reqa bi tevahî ket bin destê alîgirên Firansayê. Di wê demê parçebûnên nû ji herêmê re hatin çêkirin, li gorî wê Ceber û derdora wê bi dewleta Helebê ve ya wê demê navê “Herêma B” lê dihat kirin, hate girêdan.TEPQA-DOSIYA (3)

Piştî Cenga Cîhanê ya duyemîn, hemû herêmên Sûriyê di çarçoveya Cemhûriya Sûriyê serxwebûna xwe bidest xist. di wê demê de pirojeya avakirina dewleteke netewî hate pêşniyarkirin. Lê ji ber destwerdanên derve ev piroje rastî binpêkirinan hat. hêzên mezin di rewşa Sûriyê de destwerdan kirin û xwestin di riya pirojeyên xwe yên aborî bi taybet Rûsiya û DYA û Firansa di heman demê de Tirkiyê û Misr jî destwerdan kirin.

Di wê demê hikûmeta Niştimanî pirojeya pêkanîna bendavê li herêmê xistin rojevê. JI ber destwerdanên derve ev piroje rastî astengiyan hat. Gelek welatên derve xwestin destê wan di projeyê de hebe, ji ber êv yekê piroje hate rawestandin. Di sala 1968’an de û di dema Yekîtiya Misr û Sûriyê ku bi destê Cemal Ebulnasir pêk hat,piroje bi temamî hate rawestandin. Biryara rawestandinê ji aliyê hikûmeta wê demê ve pêk hat.

Piştî veqetandina Sûriyê ji Misrê hikûmeta Beşîr El-Zema xwest ku carekedin projeyê bixe meriyetê ,ferman da wezaretên têkildarî ku raporên xwe derbarê pirojeya Bendava Firatê ve amade bikin. Ev li ser girîngiya peydakirina şirketeke li şûna şirketa Elmanî pêk hat. Demil dest proje hatin pêşkêşkirin. Di wê dmeê de Serokê Hikmeta Sûriyê ya Nû Xalid Bek El-Ezema çû FIransa da ku pirojeyê bi hikûmeta Firansa re gotûbêj bike. Lê derbeya leşkerî ya Partiya Baas projeya ku dê hatiba destpêkirin rawestand. Piştî Serokê Sûriyê Hafid Esed ji bo hevkarekî bigre berê xwe da Yekîtiya Sovyêt (Rûsiyaya Fedral) da ku piştgiriyê ji wan bigre.

Ji wê demê ve Tebqa ji gunekî biçûk veguherî bajarekî xwedî girîngî li ser asta tevahiya Sûriyê, Ceber jî bû giravek ku derdora wê hemû bi avê hate girtin, banaya wê tenê derdora 5 metreyan.

Tebqa ji bin sîwana Bas ber bi tîrên demokrasiyêTEPQA-DOSIYA (2)

Di dema di navbera salên 1970’yî û heta sala 2000 an rêjîma Baas hemû bajar bi xwe ve girêdan, peykerên Hafid Esed lê hate çêkirin, ji bo propoganda malbata Esed û rêjîma Baas 90 milyon lîreyên Sûryê di wê demê de hate xwerickirin, dîwarên bajar bi gotinên Hafid Esed hate dagirtin. her wiha navê  “Sewrea(şoreş)” (Derbeya Baas) lê hate kirin. Alîgirên Baas li bajar wekî karmend li bajar hatin erkdarkirin. Mal li wan hate belavkirin, her wiha hemû rêveberiyên saziyan radestî wan hate kirin.

Rewş heta mirina Hafid Esed wiha dewam kir, paşê jî êdî Serokê Sûriyê yê niha Beşar Esed hat şûna bavê xwe û êdî piropogana bû ji kesayeta wî re.

Di destpêka sala 2003’an de rewşa û bi taybet piştî Amarîka ket Îraqê rewş hinekî li Tebqyê jî hate guhertin. Bi serhildana Qamişlo ya sala 2004’an de rêjîma Sûriyê di nava gel de mijara îxaneta kurdan belav kir û metirsîna ku “kurd bi ereban re xayîn ketine” hate kirin. Bi vê yekê jî xwestin ku di navbera pêkhateyan denkokiyan derbixin. Ev bi taybet di nava kesên ku malên wan di bin ava Firatê de mabûn û li katnona Cizîrê erd ji kurdan hatibûn girtin û li wan hatibû belavkirin pêk hat. Bi vê yekê erebên Reqa û Tebqayê ji aliyê rêjîmê ve hatin sorkirin ku parstina gundên lê hatine bicih kirin bikin.

Di çarçoveya pirojeya rêjîma Sûriyê, Îran û Huzib El-Ah xebatên bicihkirina şîa ya li Tebqayê pêk hat. Rêveberiya bajar radestî SÎam El-Safî hate kirin. Ew bi şîiyeta xwe dihat naskirin, tevî ku tê zanîn ku hejmara şîa di herêmê de pir kême. Ji Lubnanê welatiyên Şîa li Tebqayê hatin bicihkirin û sîstema şîakirina herêmê hate meşandin.TEPQA-DOSIYA (10)

Ev siyaseta ku ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hate meşandin bû sedema ku di cotmeha 2011’an de bajarê Tebqayê ji destê rêjîma Baas derkeve. gelê herêmê li dijî rêjîmê serî hildan û hemû saziyên dewletê bidest xistin. Hêzên rêjîmê ji bajarê Kevin vekişiyan û xwe li bajarê nû bi cih kirin. Hêzên rêjîmê ji wir ve dest bi topbarana taxên kevin kir. Şênyên herêmê tenê çekên sivik di destê wan de hebû û parstina xwe dikirin, her ku dem derbas bû rêjîm lawaz bû, her wiha fermandarên rêjîmê çekên di depoyan de hatibû bicihkirin hate firotinû ji komên çekdar re hate firotin.

herî dawî di 11’ê sibata 2012’an de hêzên rêjîmê bi temamî ji bajav vekişiyan û li palafirgeha wê ya leşkerî bi cih bûn. Bi vê yekê piştî 40 salî peykerên Hafid Esed hate şewitandin. Piştî demeke kurt çekdarên tundrew bajar ji destê çekdarên Artêşa Azad derxistin. Bi vê yekê re êdî li herêmê rewşeke nû derkete holê. Alozî di navbera komên çekdar ên Artêşa Azad de zêde bû, tabûr û tugayên cûda cûa derketin û herî dawî cebhet El-Nusra hemû komên çekdar kirin bin destê xwe ûrêveberiya wan dikir. Şer û nakokiyên di navbera komên çekdar de barê şêniyên Tebqayê giran kir, di heman demê de hêzên rêjîmê jî ji balafirgehê top bi ser bajar de dibarandin. Di encamê de zêdeyî 500 kesî hatin kuştin.

Di vê navberê de DAIŞ’a ku li Îraqê xwe bi cih kiribû derbasî Sûriyê jê bû û bajarê Tebqayê bi temamî ji destê çekdarên Cebhet El-Nusra û komên din ên Artêşa Azad derxist.Di 12’ê çileya 2014’an de êdî bajar bi temamî ket destê çeteyên DAIŞ’ê gelek kom wê demê de tevlî DAIŞ’ê bûn û hin ji wan herêm terik kirin û ji herêmê deketin. Piştî demeke ne dirêj çeteyan êrîşî balafirgeha Tebqayê jî kir û di 23’ê tebqaxa 2014’na de balafirgeh ji destê hêzên rêjîmê derxistin.TEPQA-DOSIYA (8)

Tugaya Cordî ku ji çeteyên Corcî, Çeçen  û Daxistan pêk dihat herêma Tebqayê xistin destê xwe, di dema wan de têkilî bi welatiyan re hinekî baş û av û ceyran di nava 24 saetan de li abjar hebû.

Di qonaxa duyemîn de jî çeteyên ji Ozbekistan, Tacekî, Tirkistan û Exûr bajar birêve birin. Di vê demê de malê welatiyan ji wan hate standin, her wiha welatiyên ji welatên sovyêtê li vir hatin pêşwazîkirin.

Di vê demê de destê xwe avêtin jiyana welatiyan û kişandina çixareyan hate qedexekirin.

Paşê jî çeteyên ji tunisê baja xistin destê xwe û ev qonax jî sal û nîvekê dewam kir. di vê demê de zulim û zordarî li ser welatiyan zêde bû.  Di vê demê de buhabûn gelekî zêde bû û êdî jiyana welatiyan veguherî dojgeh. Derman li herêmê ne dihatin peydakirin û rewa welatiyan di aliyê tenduristî de jî pir xira bû. Nexweşxane û dibistan hatin girtin, ji xwe şêniyên Tebqayê bê îrade hatibûn hiştin, rêveberiya wê jî ji aliyê çeteyên biyanî ve dihate kirin. Rewşa welatiyan pir xira bû û zehmetî jiyan dikirin. Ev rewşa heta ku hêzên QSD’ê bajar û derdora wê ji çeteyan rizgar kir û aramî li ser şêniyên herêmê pêkhat, dewam kir.

Bi vêyekê êdî tîrêjên roja azadiyê li Tebqayê derket û gel des bi rêveberiya xwe kirin.

(dc)

ANHA