Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Tebqa, piştî mehekê ji rizgarkirinê

ALAN DAWÛD

REQQA – Bajarê Tebqayê mehek beriya niha ji çeteyên DAIŞʹê hate rizgarkirin. Di vê mehê de gelek pêşketin di bajar de pêk hat, di aliyê rêxistinî de meclîs hatin avakirin, di aliyê xizmetgozarî de firin û aş hatin vekirin, her wiha xebatên paqijî û hewldanên çareserkirina pirsgirêka av û ceyranê didom in. li kêleka van xebatan hêzên ewlekariya hindirîn û beşê Tirafîkê jî hatin avakirin.TEBQA-PISTI-MIHEKE-JI-RIZGARKIRINE ‫(1)‬

Pênasîna bajarê Tebqa

Bajarê Tebqa, bi gotinek din em dikarin bêjin mûzayîka Sûriya biçûk. Tebqa bi van leqeban tê naskirin.Tevî ku bajarê Tebqa ne pir bajarekî kevne, lê bajarekî stratejîke, di sala 1973ʹan de bi avakirina Bendafa Firatê re hate avakirin.  Bajarê Tebqa di nîvê Sûriyê deye û 55 kîlometreyan rojavayê bajarê Reqqayê yê û 150 kîlometreyan rojhilatî bajarê Helebê ye.TEBQA-PISTI-MIHEKE-JI-RIZGARKIRINE ‫(170983937)‬ ‫‬

Ji ber bajar nêzî Bendava esed û nêzî Bendava Firatê ye, her wiha Keleha Ceber nêvî wê ye wekî cihekî turîzmê di Sûriyê de hate zanîn. Di aliyê xwe yê rêveberî de Tebqa girêdayî bajarê Reeqayê ye.

Di bajarê Tebqa ku 10ʹê gulanê ji aliyê hêzên QSDʹê ve hate rizgarkirin de gelek çandên cûda hene, wekî noqteya bingehîn ku herêmên Sûriyê dighînin hev e, ji ber ku benda Firatê ya li Tebqa kaniya enerjiyê ye û ceyrana dida welatên Cîran wekî Tirkiyê, Lubnan û Urdinê.

Bajarê Tebqa ji du beşên sereke pêk tê, beşê bakur ji taxên Yekem, duyem û sêyem pêk tê, ev beş li ser bendavê ye, herêma duyemîn jî gunde û ji taxên Wehî, El-Ziwêqat, El-Wehib, Taxa Iskenderiye, El-Nebable û Taxa Zehra pêk tê.TEBQA-PISTI-MIHEKE-JI-RIZGARKIRINE ‫(170983938)‬ ‫‬

Bingeha bajarê Tebqa ya civakî ji gelên ereb, asûrî, suryan, kurd, çerkes û Turkmen her wiha mezheb û olên Katolîk, Ersedoks, ismaîlî û êzîdiyan pêk tê. Hemû netew, mezheb û ol bi biratî bi hev re jiyan dikin.

Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê re ku di sla 2011ʹan gerim bû, gelê SÛriyê ket nava tekoşîna azadiyê de. Di 12ʹê sibata 2013ʹan de bajarê Tebqa bi tememî di encama şerê 7 rojan de ji destê Rêjîmê hate derxistin. Lê di dawiya heman salê de komên çete yên DAIŞʹê bajar bi temamî xistin bin dagir kirin. DAIŞʹê dest bi koçberkirina şêniyên resen ên bajar û alîgirên xwe li wir bi cih kirin.

Tekoşîna 50 rojan rizgarkirî pêk anîTEBQA-PISTI-MIHEKE-JI-RIZGARKIRINE ‫(170983941)‬ ‫‬

Hêzên QSDʹê di 21ʹê Adara 2017ʹan de di çarçoveya Hemleya Xezeba Firatê de opersyona rizgarkirina Tebqa dan destpêkirin. Di encama tekoşîna derdora 50 rojî de şervanan bajarê Tebqa û Bendava wê ji DAIŞʹê rizgar kirin.

Roja 10ʹê gulanê nûçeya rizgarkirina bajarê Tebqa û Bendava wê di saziyên çapemeniyê yên herêmî û navdewletî de wekî nûçeya destpêkê hate dayîn. Şervanan demil dest xebatên paqijkirina bajar û derdoraa wê dan destpêkirin.

Rêveberiya bajar radestî meclîsa herêmî hate kirinTEBQA-PISTI-MIHEKE-JI-RIZGARKIRINE ‫(1)‬ ‫‬

Di 15ʹê gulanê de Meclîsa Sivîl a Tebqayê civîna xwe ya damezirîner lidar xist. Di ecnamê de Meclîs hate avakirin û Rewşen Hemî û Ehmed Şeban wekî hevserokên Meclîsê hatin hilbijartin, her wiha sê cîgirên wan hatin hilbijartin. Di heman civînê de beriya hilbijartinan hevserokan endamên Meclîsa SIvîl a Bajar ji 51 endaman hate hilbijartin.

Bi demê re ketin pêşbirkê

Meclîsa Sivîl a Tebqa dema hate avakirin komîteyên xwe ava kir û bi lez ket nava xebatên rêveberiya bajar de. Di aliyê xizmetgozarî û rêxistinî de xebat hatin destpêkirin. Xebata yekem ku meclîsê pêk anî, bermahiyên şer ji nava bajar hatin rakirin, her wiha ji bo pêkanîna pêdiviyên jiyanî ji welatiyên vegeriyan bajar re xebat hatin meşandin.TEBQA-PISTI-MIHEKE-JI-RIZGARKIRINE ‫(170983943)‬ ‫‬

Tişta balkêş piştî rizgarkirina bajar 50 hezar welatiyên ku ji ber şer ji bajar derketibûn vegeriyan bajarê xwe. Meclîsa Sivîl a bajar pêkanîna pêdiviyên jiyanî yên welatiyan ji nan û avê girt ser xwe û firne vekirin. Her wiha tureyên ceyranê ku çeteyan wêran kirbûn jî têne temîrkirin.

Di dema ku şervanan şerê çeteyan dikirin, Meclîs bi demê re ket nava pêşbirkê û xebatên rêxistinî li bajar û gundên wê dane meşandin.

Di vê dema kurt de Meclîsa Sivîl 26 meclîsên taxan û komîteyên girêdayî wê avakirin. Di avakirina meclîsan de beşdarbûneke çalak a jinan hebû. Bi sedan jinan di xebatên avakirina 26 meclîsan de cih girtin û komîteyên jinan di meclîsan de hate avakirin. Bi vê yekê ev yekem care ku jin bi hêzek ewqas mezin tevlî xebatên rêxistinî dibin.TEBQA-PISTI-MIHEKE-JI-RIZGARKIRINE ‫(170983942)‬ ‫‬

Xizmetgozarî…

Komîteya Xizmetgozarî ya Melcîsa Tebqa 3 aşên ku rojane 20 ton ard çêdikin dane xebitandin, ev aş ardê 8 firin ji 12 fireyên bajar ku hatine vekirin peyda dike. 4 firinên din ji ber çeteyan ew wêran kirine, hîn ne hatine xebitandin. Her 8 firin rojane zêdeyî 12 hezar turên nan dipijînin.

Komîteya Xizmetgozarî ya Meclîsa Tebqa jî navenda avê ya Tebqa ku ji 12 motoran pêk tê dane xebitanain, ji van motoran 6 ji xizmetê derketibûn. Niha ava vexwarinê ya beşek ji taxên Duyem û Sêyem ên li bakarê bajar vegeriyan û hin herêmên gundan jî av çêbûye. Rojane av 8 saetan tê dayîn, di heman demê de xebatkarên navenda avê di nava xebatan de da ku dînemoyên din jî bidin xebitandin.

Aliyê tenduristî

Di aliyê tenduristî de jî Komîteya Tendurstiyê yên girêdayî Meclîsa Sivîl a Tebqa ji bo vekirina hin noqteyên tenduristiyê di nava tevgerê de ne, niha noqteya tenduristî ya gundê Mehmûdlî hate vekirin.

Şaredariyê jî beşek mezin ji bajar paqijkirine, sûka bajar ku di saetên rojê de tijî dibe baş hatiye vekirin. Dikanên ziyan jî di wan de pêk hatibû careke din hatin temîrkirin û welatî li kar û xebatên xwe yên bazirganiyê vedigerin.

Ceyran….

Dema ku şervanan çeteyên DAIŞʹê di Bendava Firatê de xistibûn çemberê, çeteyan beşê jêr ê Bendavê bin av kirin. Ji ber vê yekê hin alavên teknîkî yên Bendavê xira bûn. Her wiha Çeteyan bi zanebûn tabloyên hin aliyan ku tehekim bi Bendavê dikr tetîl kirin. Çeteyan di heman demê de zirar bi Cenetorên ceyranê yên bendavê ku hejmara wan 8ʹ in pêk anîn. Her Cenetorek 100 MW ceyran çêdike. Ji bo tevahî bajarê Tebqa tenê 50 MW ceyran pêwîste.

Xebatkarên Bendavê û psporên ku ji Bendava Rojava (Tişrîn) û bajarê Girê Spî hatine xebatên temîrkirinê didome, diyare ku dema vegera ceyranê jib ajar re ne dûre, ji ber ku hejmarek mezin ji xebatkar û psporan di nava liv û tevgerê de ne. Hin xebatkarên din jî xebatên danîna kablên ceyranê da ku bighînin hev pêk tînin.

Ewlekarî û Tirafîk hatin avakirin

Di dema Meclîsa Sivîl a Tebqa hate avakirin, hêzên Ewlekariya Hindirîn a Tebqa hatin avakirin û dest bi parstina ewlekariya hindirîn a bajar girt ser xwe. Li aliyê din Hêzên Tirafîkê hatin avakirin û tirafîka bajar rêxistin dikin.

(m/dc)

ANHA